67 sal berê li qada Çarçira ya Mahabadê de gelê Kurd bi coş û kêfxweşiyek mezin kom bubû. Di rêbertiya Qazî Mihemed de damezrandina komareke Kurd pêş diket. Di têkoşîna sirfirazî û azadiya Kurdistanê de dîrok dihat nivîsandin. Di 22 Çile 1946 an de dilê hemû beşên Kurdistanê bubû yek. Bi yek hêstî, hêvî û coşê rondikên kêfxweşiyê ji çavan di barîn.
Her çiqas ev kêfxweşiya gelê Kurd dem kurt be jî, di warê dîrokî de mîrateyek pîroz ji me şopdarê têkoşerên azadiya Kurdistanê re hişt. Wekî destpêkê ev ji me re nîşan da; heya yekîtiya gelê Kurd ava nebe dostaniyên pêş bikevin sexte û bê rêgez in.
Di vê dema kurt de komara Mahabad a di rêbertiya Qazî Mihemed de pergala xwe a demokratîk ava kir. Bi şêwazek demokratîk hemû beşên civakê di nav xwe de di hewand. Bi dibistanên hatî ava kirin, rojnamê û kovarên hatî çap kirin civak zana kirin pêş xist. Li hember êrîşên ku li ser azadî û hebûnê bên pêş xistin parastina xwe ya cewherî bi rêxistin kir. Jin di serî de, hemû beşên civakê cihê xwe di nav rêveberiya komarê de didîtin. Di rastiyê de hesreta bi hezaran sal jiyanî dibû. Li hember zordestî tepisandina dagirkeran, bi taybet jî bi ava bûna dewlet-netew re, gelê Kurd di vir de careke din nîşan da ku bi xwe xwedî vîn e û di xwaze bi vîna xwe ya azad bijî. Lê wek me got di serî de dostanî ya sexte û bê rêgez, berjewendiyên dagirkeran ev kêfxweşiya gelê Kurd di qirka Kurdan de hişt.
Li gor dagirkeran; Kurd nikarin serbixwe bijîn, pêwîste her tim di bin bandorê dagirkerande bin. Ger ji bo wan, berjewendiyên qirêj, bibin kole dikarin bijîn. Derveyî vê nikarin xwe bidin jiyan kirin. Mafekî wa yê jiyanê nîne. Çi balkêşe! Îro jî vê ferasetê li ser Kurdan didin meşandin.
Bi taybet Rusya ya ku qaşo dostanî ji Komarê re dike, piştî êrîşên dewleta Îranê ku bi destê Îngîlîzan pêş dikevin ker dibe, lal dibe, na bihîse. Bêguman bê tehemûliya dewleta Tirkî jî em nikarin ji nedîtî ve bên. Wezîrê karê derve yê Tirkiyê yê wê demê Şûkrû Saraçoglu nerazîbûna xwe bi tundî ji dewleta Îran û Rusya re radigihîne.
Kurd dîsa bi tenê bûn. Dîsa berjewendiyê dagirkeran nirxên Kurda binpê kirin. Bi têkiliyên qirêj dest avêtin rûmeta Kurdan. Ew hişmendiya serxwebûn, azadî û yekîtiya netewî ku pêş ketibu cardin diavêtin nav tarîtiya. Bi vê di xwestin Kurdan bi fetisînin û li gor xwe, di çerçoveya berjewendiyê xwe de bi kar bînin.
Careke din Kurd di kesayetê Qazî Mihemed û rêhevalê wî de bubûn qurbanê serdestan. Di 21’ê Adara 1947 an de, li qada ku komara Mahabat lê hatibû damezrandin, vê carê rêberên şoreşê di hatin darde kirin. Peyama ku didan gelê Kurd pir zelal bû; we li vir komar damezrand, kêfxweşiya serxwebûn û azadiyê jiyan kir, niha jî em bi dardekirina Qazî Mihemed hemû bîr û baweriya we darde dikin. Kêfxweşiya serxwebûn û azadiyê para we Kurdan ne ketiye.
Lê tiştek ku dagirkeran hesab ne kiri bu israra Kurdan di serxwebûn û azadiyê de bû. Têkoşîna Qazî Mihemed û rêhevalên wî li qada Çarçira nema. Îro li her çar beşên Kurdistanê, li her derê ku Kurd lê jiyan dikin de ev mîrate xwe di têkoşîna gelê Kurd de di domîne. Mîrateyek ku ti Kurd nikare ji bîr bike ye. Û wê her tim bi şanazî û bi rêzeke mezin bi bîr bîne.
Mîrate ya Qazî Mihemed û komara Mahabad bi ezmûnên mezin dagirtî ye. Bi taybet jî rewşa ku li Rojava pêş dikeve û li hember vê hewildanên dagirkeran pir dişibin hev. Bêguman ne şert, merc û zirûfên wê demê û îro weke hev in, ne jî gelê Kurd ne wê rewşa wê demê de ye. Ji wê rojê û şûn de gelê Kurd gelek zorî û zehmetî kişandin. Di gelek qirkirina de derbas bû. Bi rêbazên herî hov û derveyî mirovî bi ser gelê Kurd de hatin. Bi bişaftin, kuştin, surgin û qedexeyan xwestin ku Kurdan bê bandor bikin. Heya astekê ev pêk anîn jî. Lê gelê Kurd ti caran hêviya xwe ya jiyana azad û Kurdistana serbixwe wunda nekir. Bi vê hêviyê di şevên tarî de rondik barand, xwîn herikand, qêrîna xwe ber bi bayê di herike ve berda. Di encam de têkoşîna azadiya gelê Kurd îro gihîşt astekê ku bi xwe, bi vîna xwe ya azad, bi pergala xwe ya demokratîk biryara jiyana xwe bide.
Ger em li hewildanên dagirkeran ê li ser Rojava binêrin emê hevşibiya wê ya bi komara Mahabad re pir zelal bibînin. Wê rojê jî pêşketinek wusa ne li gor berjewendiyê dagirkeran bû. Ji bo wê jî dest dirêjî ji bo vê destkeftiyê çêbû û di encam de hate binxistin. Îro jî pêşketinên Rojava tirs û xofek xistiye dilê dagirkeran. Bi taybet pergala ku gelê Rojava dixwaze bixe meriyetê hemû planê dagirkeran ê li ser xaka Rojhilata Navîn vala derdixe. Ji bo wê jî rixmê ku yek ji muxatabê herî sereke gelê Kurde jî ji bo Cenevre-2 bang li Kurdê azad nakin. Ev jî ruyê dagirkeriyê pir zelal dide ber çavan. Bêguman ev ne tiştê veşartîne. Lê gotinên Qazî Mihemed ku beriya bê darde kirin gotine ji bo me jî pir bi nirx û bi wate ye.
Di dawiya jiyana xwe de ez dixwazim çend şîretan li we bikim: ji bo xatirê xwedê êdî dijmintiyê ji hev re nekin, hevûdu bi parêzin, alîkarê hev bin. Li hember zilmê û dijminê zordar bisekinin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heya karê wî bi we heye bi were ye, lê vê bizanibin ku ti caran bi we na êşe û ji we bawer nake.
Wun jî êdî wek wan gelên din di bin esaretê de nemînin. Encex, bêyî ku hesûdî bikin bi yekîtiyê, bêyî ku xwe bifiroşin dijmin û bi tehemûl wê gelê me rizgar bibe.
Îro Rojava buye rûmeta hemû Kurdan. Serxwebûn û azadiya Kurd û Kurdistanê di bin berpirsyariya her Kurdekî de ye. Nabe ku berjewendiyê kesî, malbatî, eşîrî bikevin pêşiya berjewendiyê netewî. Ji ber azadî xwe li ser me ferz dike. Bi halê heyî jiyan kirin êdî nabe ku bê qebûl kirin. Di serî de yekîtiyek xurt ava kirin û li ser vê yekîtiyê gelê Kurd ji bin bandorê serdestan û dagirkeran derxistin erka me hemuyan e. Di vê wateyê de kongreya netewî ku ev çend carin tê taloq kirin rojek berî rojekê pêk anîn û di her beşê Kurdistanê de pergala civaka azad saz kirin wê hemu lîstok û planên dagirkeran vala derxe. Xwedî li mîrateya Qazî Mihemed û şehîdên şoreşa komara Mahabadê derketin vê ji me dixwaze.
Bi vê mebestê em di serî de Rêberê komara Mahabad Qazî Mihemed, di kesayetê Qazî Mihemed de hemû şehîdên şoreşa azadiya Kurdisanê bi rêz bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan di tewînin.
Denîz Toprak