QAMIŞLO – Bi dirûşma “Dest bi dest bi QSD’ê re” Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê îro navendek li navçeya Til Hemîsê ya herêma Cizîrê bi beşdariya girseya şênî û ciwanan vekir.
Hedefa Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê piştî lidarxistina kongreya 2’yemîn a di 9-10’ê Mijdara 2018’an de, pêşketina asta ciwan û bihêzkirina tevgerê li tevahî bajarên Sûriyê, xwebirêxistinkirina li ser tevahî astan bi rêya vekirina navend û buroyan li tevahî bajarên Sûriyê, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Di merasîma vekirina Navenda Şehîd Musena ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Til Hemîsê de bi navê PYD’ê rêveber Heyal Xiwêr, bi navê Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Til Birakê Îbrahîm El-Sultan, bi navê Yekitiya Werzîşê hevserokê Yekitiya Wezîşê ya kantona Qamişlo Muwefeq El-Ehmed û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevserokê meclisê Ehmede El-Ebawî axivîn.
Axêveran piştrast kir ku divê perwerde û rêxisitina ciwanan li gorî merheleyê be û divê behreyên wan bên bihêzkirin da ku civak ber bi pêşketin û pêşdeçûnê ve biçe.
Axêveran bal kişand ser qurbaniyên mezin ên ku keç û xortên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rizgarkirina herêm û cîhanê ji çeteyên DAIŞ’ê de dane û bang li rêxistinên mirovî yên ku bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tê dikoşin, kir ku piştevanî û piştgiriyê berdewam bikin.
Piştî axaftinan, tîma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê, şanoyek li ser rewşa li bakurê Sûriyê pêşkêş kir. Piştre dayika şehîd Musena, Xezala El-Muşrif deriyê navendê vekir.
Şehîd Musena El-Keran (Cîger) ê ku Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi navê wî hatiye binavkirin, şervanê YPG’ê bû ku di hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê de, şehîd bûbû.