NAVENDA NÛÇEYAN – Ajansa Reûters li ser xwepêşandana Îranê raporek belav kir ku hemû bîlançoyên li ser hêjmara kuştiyan hatine ragihandin cuda bîlançoyek da.
Di raporê de hatiye eşkerekirin ku di encama sinordarkirina xwepêşandana Îranê de nêzîkî 1500 kes hatine kuştin û ji wan jî 17 kes temenê wan dibin 18 saliyê de bû.
Li gorî raporê kuştina xwepêşanderan rasterast bi fermana Xamneyî bû. Xamneyî ev gotibû: “Komara Îslamî di metirsiyê de ye, divê her kar ji bo dawî anîna xwepêşandanê bê kirin.”
Di demekê de bû ku Efûya Giştî ya Navnetewî (Amnestey International) di rapora xwe ya dawî de li ser kuştiyên xwepêşandana Îranê bi 304 kesan pişrast kiribû. Li aliyê din jî ragihandibû ku jhêjmara kuştiyan gelek zêdetire ji vê bilançoya hatî eşkerekirin.