NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD’ê wiha ye:
“Artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên bi ser ve li gelek herêmên rojavayê Kurdistanê tevgera xwe ya dagirkeriyê domand û li gelek qadan êrîşan li dar xistin.
SERÊKANIYÊ
Artêşa dagirker a Tirk bi çekên giran êrişî gundê Til Mihemed ê girêdayî Til Temir û gundên Bab El-Xêr û Mişrefa yên girêdayî Zirganê kir. Her wiha hejmarek ji herêmên sivîl bi hewan û obusan topbaran kirin. Di encama wê de ziyanên madî gihîştin mal û milkên welatiyên sivîl.
EYN ÎSA
Komên çete yên girêdayî artêşa dagirker bi çekên giran gundewarên bajarokê Eyn Îsa topbaran kir û rasterast herêmên sivîl hatin hedefgirtin. Di encama topbarana li ser gundê Bîr Zinar de welatiyekî sîvîl ku di nav zeviyê xwe de dixebitî, birîndar bû.“