DIRBÊSIYÊ – Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Ayaz Umer ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê, wergirt û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ve ketin rê. Endamê hêzên Ewlekariya Hundirîn Ayaz Umer dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, li navçeya Dirbêsiyê şehîd bûbû.
Li goristanê merasîm deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mizgîn Mustefa axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Mizgîn Mustefa di axaftina xwe de wiha got: “Şehîd Ayaz rojekê ji bo parastina xak û gel û welatê xwe gavek paşde neavêt. Roj û şeva xwe ji bo parastinê dikir yek.”
Bi navê malbata şehîd apê wî Ezîz Umer axivî û soz da ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan û heta avakirina Sûriyeke demokratîk şopdarên rêya şehîd Ayaz û hemû şehîdan bin.
Piştre jî nasnameya şehîdbûnê ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hocîn Heyres ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Ayaz di nava tilîlî û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan veşartin.