MEXMÛR – Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) êrîş û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî şermezar kirin.
Dewleta Tirk a dagirker 21’ê Cotmehê cezayê disîplînê li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din birî. Ev yek ji piştî serlêdana Parêzeran derketibû holê. Di vê çarçoveyê de Ciwanên Mexmûrê di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) bi meşeke girseyî ev pêkanînên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Meşa ciwanan ji ber deriyê Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn dest pê kir û li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) bi dawî bû. Her wiha di meşê de al û posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, KCK û pankarta “Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” û “Serî Hilde Rêber Apo azad bike” hatin hildan.
Piştî rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê daxuyanî ji aliyê Berdevka Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê Kajîn Ozek ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Politîkayên hêzên hegemon û desthilatdar ên înkar û îmhayê li ser gelê Kurd daye meşandin, heya niha berdewam dikin. Li hemberî wan polîtîkayên bi projeya neteweya demokratîk bûyîna alternatîfa jiyaneke azad e. Ji ber vê yekê acizî û tengavbûyîna, hêzên desthilatdar bi hovane li ser gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn xwe dide der. Berxwedana gelê Kurd û bi giştî serhildanên gelê Rojhilata Navîn ku îro rû didin, dide diyarkirin ji derveyî jiyaneke demokratîk û azad ti jiyaneke din nayê pejirandin. Hêzên desthilatdar pir baş dizanin ku kilîta çareseriya vê aloziya Rojhilata Navîn di destê Rêber Apo de ye.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû, “Lê belê em wek ciwanên Mexmûrê di ferqa wan kirinên ku dijmin dike de ne. Ji ber vê yekê cezayê disîplînê yê li ser Rêber Apo û her sê hevalên din hatiye kirin şermezar dikin. Weke kirineke derveyî mirovahiyê dibînin.”
Çalakî bi dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe, Bimire faşîzma Erdogan û hevkarên wî’ bi dawî bû.