Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê QASIM ENGÎN
“Dewleta Îranê jî wekî sepanên (pêkanîn) dewleta Tirk piştî qetlîaman ji aliyekî ve bi rêya cihên olî yên wekî mizgeft û medreseyan hestên civakê yên olî îstîsmar kirine û xwestiyê wan entegreyî pergalê bike, ji aliyê din ve jî bi sepanên qereqol, îşencexane û girtîhehan pêkutî û gef ji ser gel kêm nekiriye.
Berevajî dewleta Tirk, dewleta Îranê di gel ku li pêşiya avakirina wek me li jor anî bû ziman, eyaleteke bi navê Kurdistan û di fermiyetê de hebûna çand û zimanê Kurd wek astengkar xuya nake jî, lê di jiyanê de hundirê vê bi giştî vala kiriye û bi vî awayî xwestiye ku pêşiya pêşketina hestên mirovan ên netewî asteng bike.
Ji bo astengkirina daxwazên wekî çapemenî, dibistan, çandî û netewî, bi nêzîkatiya wekî ‘hûn çi bixwazin, em didin’ jî hewl dayê ku nehêle daxwaza nasname û ramaneke azadîxwaz derbikeve holê. Nivîskar û rojnamegerên xwestine ku ve bi awayê çapemenî û her wekî din di rojevê de bigrin jî, bi cezayên cur bi cur hatine cezakirin.
Hinek ji Rejîma Komara Îslamî Îran re gotinên; Rejîma ku bi milyonan mirov lê mehkumê çend meleyan pênase dikin. Rastî jî hêza meleyan li Îranê de pir zêde ye. Û ev hêza bêguman bi Komara Îslamî re hêna xûrtir bûye. Lê di dîroka Îranê de hêza meleyan her hebûye.
Mînak beriya sed salê dema Şahîtiya Qacaran Tutun bi salan firotibûn Fransiyan, bi fetvayek meleyan qedexeya tutunê name kesek tutun kişandi bû.
Mînakek din ya balkêş ya ku hêza Meleyan nîşan dide, çîroka şekirê qend e. Yekî Îngîlîz fabrîkayek Şeker avadike. Lê meleyê ku li herêmê de ye diçe li cem vî fabrîkatorî para xwe dixwaze. Lê, yê Îngîlîz ji ber ku hêza meleyan nizane vê red dike. Li ser wê ev mele fetvayek dide û di fetya xwe de nîşan dide ku ev şekir herame. Ji ber wê jî kesek wî şekerê fabrîka nagire, nakire. Li ser vê fabrîkator diçe li cem heman mele û par ango perêyên ku mele xwestî dide. Lê Îngîlîz di pirse ku gelo ya çawa fetvaya xwe paş de bide? Bersiva mele ew e ku, ewê fetva ku daye paşte nade, lê yê tiştekî din bike.
Li ser wê mele diçe pêşiya cemaatê û li camiyê de bang dide ku; ”Biradarên hêja şekirê ve fabrîkayê herame, lê ger hûn beriya ku bikin devê xwe ewil di nav ava di şîşe de şil bikin, û pê re biavêjin deve xwe wê demê ew şekira name heram dibe û hûn dikarin kar bînin.” Li ser vê daxûyaniyê gel carek din dest bi kirîna şekirê fabrîkayê dike.
Li Îranê de rola meleyan ev bi xwe ye!
Lê dema ku mele hatin ser hukmê şûn ve bêguman hêza wan qat bi qat zêde bû, hîle û rêbazên wan yê gel meşandinê jî…
Me ji ber di nivîsa xwe ya beriya vê anîbû ziman ku -Meclisa Xubergan, Meclisa Meslehatî saziyên girîng in ku mele tê de bi bandorin.
Ev rejîma ku bikaribe şekir heram û pê re helal bike gelo çi nikare bike?
Yek jî ger heman rejîm rê û rêbazên dîroka Îranê ya dû û dirêj de edut bike ango li ser bi xebate gelo rejîmek çawa ji vê rejîmê yê darbikeve?
Sîstema Şahînşahan Xûsrewanî bû. Ango her tişt ji bo malbata şah, arteşa wî, ola wî û her wiha dîwan û harema wî bû. Li rejîma tek deng ya Serokî Oliyê ango Vekîlê Îmamê Winda ye û pê re jî saziya wek Meclîsa Xûbergan û her wiha yê din in, lê wê derê de her tişt ji bo hinekaya û herkes jî di xîzmeta wan de ye.
Gelo sîstemek wiha çawa dikare li ser piyan bimîne? Yê çawa bike ku nefesa gel jî kontrol bike? Yê çawa bike ku welatek wek Îran bi kok, bi dîrok, bi ewqas rengên gelan û ewqas xwedan hêza entelektuelî bikare bimeşine?
Rastî jî Rojhilata Navarast de bi rejîmek bi navê Komara Îslamî ser piyan de mayîn zor e. Gelo rejîma Mollayan çawa li ser piyan dimîne?
Gelo çavkaniyên hêza wan çiye?
Em dikarin gelek pirsên hêna balkêştir jî bikin, lê bersiva me hesan e, an bi demokrasiyek pir xûrt an jî, bi hêza şerekî pir taybet, ziravî, nepenî, nermoving-sînsî ango binave gengaz e. Şerê ku bi veşartî, bi hîle ango binava tê meşandin jî navê xwe Şerê Taybet e. Şerê Taybet jî amûra xwe yê herî xûrt, şixûldana hêzên îstîxbaratî ango sîxûrîn e. Li Îranê de Îthalat ango rêxistina Sîxûrtiyê nav û deng e.
Amûrek din hêzên leşkerîn e. Hêzên wê yên leşkeri bi navê; -Sipahî Pastaran, Sipahî Kuds, Biryargehî Ramazan û Fatîmûn bi sed hezaran tên hesibandin.
Amûrek din siyaseta ku gelan dijî hevdû sor bike, gur bike, bike dijminê hevdû û pê re jî perçe bike û di encamê de wan rê ve bibe.
Dewleta Îran îhtîmalek mezin dewleta herî zêde sixûran bi kar tîne. Û dema em sîxûrtî dibêjin bila tenê sîxûrên fermî yên dewletê nayên fêmkirin. Bi milyonan sîxûrên rejîma Îranê henin. Lê yek jî behsa Arteşa Bîst Mîlyon dikin. Arteşa Bîst Mîlyon arteşa Besîc’ane.
Kî nin Besîç? Besîç ew kesên ku hêna zarok Dewleta Komara Îslamî wan di dibistanan de rêxistin dike. Besîç, rêxistinek leşkerî, îdarî, îdeolojîk û çandî ye ku li qadên civakê yên cuda hatiye belavkirin. Arteşek bê çek, lê li her cihê. Arteşek sîvîl. Arteşek dikare li her malê de were cih kirin, wiha were kirin ku di keliyê de hemû tiştên ku di nav malê de diqewimin dewlet bizane. Arteşek wiha ku her malek, her cîranek, her hembajarek li siya xwe bitirse. Dibe ku ev Besîç gelek pere qezenç nekin, lê hêna di zaroktiya xwe de zarok dibin sîxûrên rejîma Komara Îslamî. Bi gotinek din arteşeka ku her tim li her derê, li her cihê amadeye. Arteşeka ku hinek ji wan bi veşartî hatine çek kirine. Dema li cihê kê de dijî dewleta Komara Îslamî rabûnek çêbû yên ku ewil dikevin tevgerê ew in. Bi vê rêxistiniya Besîç civak xistine rewşeke ku ji siha xwe bitirse. Tê gotin her malbatek sîxurekî xwe heye. Wisa kirine ku mirov ji malbata xwe gumanê bike.
Besîçên çalak û yên ji rêzê hene. Yên çalak xwedî çek û meaş in. Yên ji rêzê jî xwedî qerta Besîç in, lê meaşê wan tune. Yên ku bi beramberî xurekan (wekî birinc, rûn, meqerna û her wekî din) dikin besîç jî hene. Di komkirina agahiyan de tên bikaranîn. Li gorî agahiya ku aniye, xurekan didinê. Kirina sîxurtiyê, ji aliyê Xumeynî ve wek tiştekî ferz hatiyê hesibandin. Kelekê wê kes besîçtiyê bi dilê xwe dikin. Wek pêwîtiyeke olê Îslamê tê hesibandin.
Ev arteşa ku tê gotin; Arteşa Bîst Mîlyon ev arteş e!
Komara Îslamî salê carekê civînên xwe yên eşîretê di asta ostanan de dikin û Xameynî jî bi wan re rûdine. Serokeşîr xwe wek çete birêxistin dikin. Ji ber wê îro li Kurdistanê de gelek reîs aşîr yên ku wek çete hatine rêxistinkirî hene.
Di wê manê de dewleteka ku li ser esasa gelan perçe bike xwe ava kiriye.
Wek hên şênber rêbazên Şerê Taybet û derûnî kû dewleta Îranê li hemberî gelên Îranê û Kurdan disepîne:
-Bikaranîna Kurd a li hemberî Kurd
-Parçekirina rêxistinên Kurd a ji hundir ve
-Di hempa cehşîtiya li Tirkiyê de avakirina hêzên milis e
-Komkujî ne
-Dane koçkirin e
-Bikaranîna gelên her wiha di nava xwe de çandên cuda temsîl dikin a li hemberî hevdu (wekî bikaranîna Azeriyan a li hemberî Kurdan), bêhtir hatiye bipêşxistin.
Li Rojhilatê Kurdista dewleta Îranê hinekî berevajî dewleta Tirk rêbazên înkar û îmhayê ku rêbazên Şerê Taybet in, hêj veşartî, bêdan (sînsî) û bi rûpoşa biratiya Îslamê dimeşîne. Heta wiha kiriye ku Ostanek bi navê Kurdistan heye. Navê balafirek xwe Kurdistan e. Qaşo bi vê rêbazê nîşan dide ku çiqasî Kurdan dinase û mafê Kurdan dide. Gotina dewleta Îranê dijminê xwe bi benê pembû dixeniqîne, vê yekê datîne holê ku di dema sepandina polîtîkaya înkar û îmhayê de rê û rêbazeke çawa dişopîne.
Lê pêwîste Fetwaya Xûmeynî di (28 Mûrtad 1357-hicrî) “Kurd minafiq in û qetla wan helal e” naye bîrkirin. Evê bihêle ku em rastiya Îranê hêna baştirîn fêm bikin.
Komara İslam a Îranê, xebatên xwe yên dek û dolab û îmhayê hema êvara şoreşê arastebûnên îmhayê yên li hemberî Kurdan daye destpêkirin. Komra Îslamê bi rêbaza tundiyê ku ji sepanên (tatbîkkirin) wê yên ewilî ye, piştî tepisandina hêzên Kurd ên berxwedanê ya bi bixwînê, hewl daye ku herêmên Kurd yên din bi rêbaza tundiyê di bin tundiyê de bigire. Bi vê rêbazê hewl daye ku pêşiya pêşkatina berxwedan gel asteng bike.”
WÊ BIDOME
https://www.nuceciwan39.com/ku/2019/12/08/rebazen-sere-taybet-li-diroka-dewleten-iran-de/