BEHDÎNAN – Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi pêkana komkujiya Meraşê daxuyaniyeke niviskî da.
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
”Di salvgera 41’ê ya komkujiya Meraşê de he hemû Kurdên Elewî û şoreşgerên ku şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin, em dîsa sond dixwin ku em ê bêrîkirina wan di têkoşîna xwe xwe ya Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad de bidin jiyîn.
BI KOMKUJIYA MERAŞÊ RE QIRKIRINA LI SER ELEWIYAN HATE GEŞKIRIN
Bi komkujiya Meraşê re zemîn ji faşîzma 12’ê Îlonê re hatiye hazirkirin. Bi vê komkujiyê re polîtîkaya qirkirinê ya li ser Elewiyan hatiye geşkirin, li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hemû hêzên şoreşger êrîş anîne, plansazî û haziriyên darbeya faşîst a 12’ê Îlonê hatiye kirin. Bi rêveberiya jidiyayî ya ku piştî komkujiya Meraşê hatî ragihandin, ji kujeran hesab nehatiye pirsîn, êrîş birine ser yên ku êrîş bi ser de hatî, ev jî bi zelalî radixe ber çavan bê ka komkujî ji hêla kê ve hatiye kirin.
Li Meraşê nifûseke xilbe ya Kurdên Elewî hebû, her wiha li nav bajêr jî nifûseke xilbe Elewî bû. Çend tax jê bi temamî Kurdên Elewî bûn. Piştî komkujiya Meraşê li nav bajêr Kurdên Elewî neman, her wiha li navçe û gundan jî piraniya Kurdên Elewî derketin. Berê xwe dane nav metropolên Tirkiyê û Ewropayê. Vê komkujiyê bandora xwe ne tenê li ser Meraşê kiriye, her wiha li ser nifûsa Kurdên Elewî yên rojavayê Firatê, li ser Meletî, Sêwaz, Semsûr, Erzîngan û Dersimê jî kiriye. Kurdên Elewî bilez ji ser xaka ku lê dijîn qut bûne. Bi 12’ê Îlonê re bi asta ku li rojavayê Firatê Kurdên Elewî nemînin, zor li wan hatiye kirin da ku koç bikin. Komkujiya Meraşê ya 1978’an weke ku dane ber xwe, bi qirkirina Elewiyan a li ser vê xakê biencam bûye. Komkujiya fizîkî bi gelek rêbazan, bi koçdarkirinê hatiye domandin, ev cografya ji Elewî û Kurdan hatiye bêrîkirin.
Plana qirkirina Kurdan Plana Şark Islhatê di serî de Dersim û rojavayê Firatê daye ber xwe. 1938’an bi qirkirina Dersimê re li ser Kurdên Elewî bi zexteke zêde ya fizîkî û psîkolojîk qirkirina spî hatiye domandin. Komkujiya Meraşê qirkirina spî ango qirkirina çandî aniye qonaxeke nû û bûye êrîşa ku vê biencam bike. Li gundan nifûseke pir kêm maye û ev jî heta bi asteke girîng ev qirkirin encamek standiye.
BÎRANÎN DIVÊ BI TÊKOŞÎNA DIJÎ QIRKIRINÊ BE
Bibîranîna komkujiya Meraşê ji ber vê sedemê divê bi têkoşîna dijî vê qirkirinê, bi rawestandina vê qirkirinê û berevajîkirina vê be. Heke lorîk wê ji bo bi temamî rabûna ji holê ya Elewiyan neyê gotin, divê mirov têkoşîna pêkanîna bîranîn û bîrîkirina şehîdên me bike, ev têkoşîn divê ji bo hemû Elewiyan risteke dîrokî be. Ji bo vê jî divê di serî de dawî li terikandina şûnwarê xwe were ku ev bi rengê pratîkbûna qirkirinê pêk tê. Êdî di serî de Meraş vegera ser gunddên Meletî, Sêwaz, Erzîngan, Semsûr û Dersimê, berpirsyariya dîrokî ya Elewiyan e ku xwedî li nasname û baweriya xwe derkevin.
Komkujiya Meraşê divê tenê weke komkujiya li ser Kurdên Elewî neyê dîtin. Ji bo ku rojavayê Fİratê bi temamî ji Kurdan û Elewiyan were bêrîkirin hatiye kirin. Li rojavayê Firatê ku bi seddan salan çanda Elewî dihate afirandin û domandin, bi temamî qirkirina Elewiyan hatiye kirin. Ji ber vê jî, dema ku komkujiya Meraşê hate bibîranîn, nedîtina vê hêlê wê bibe kêmasiyeke mezin û wê Elewiyan bîne ber nemanê.
Di sala 42’an a komkujiya Meraşê de em bawer dikin ku ev komkujî bi temamî hatiye fêhmkirin û li ser vê bingehê têkoşîn pirhêlî wê were domandin. Di wê têkoşînê de ku Meraş jî di nav de hemû rojavayê Firatê bikin cografyaya ku dîsa çanda Elewî û Kurd lê heye, em sond dixwin ku li gel hemû hêzên dmokrasiyê mil bi mil bin.”