MERSÎN – Gazî Mûratoglû ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tarsûsê girtî ye, di 18’ê Kanûnê de li girtîgehê bi dayika xwe re hevdîtin pêk anî û binpêkirinên mafan ku li dijî wan pêk tên ji dayika xwe re ragihand. Mûratoglû, diyar kir ku tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin û bi taybetî daxwaza girtiyên nexweş Nesîp Yapici û Mûstafa Abî ya sewqkirina nexweşxaneyê nayê bersivandin.
Girtî Mûratoglû, destnîşan kiriye ku 20 girtî li kogûşekî dimînin lê xwarina 10 kesan ji wan re tê û binpêkirinên mafan ji dayika xwe re wiha rêz kiriye: “Dema ku pirsgirêk bi rêveberiya girtîgehê re tên axaftin ev tişt ji me re dibêje, ‘Hûn PKK’î ne, heke em bixwazin dikarin her tiştî bikin. Hûn jiyanê heq nakin.’ Girtiyên nexweş ên extiyar, piştî hevdîtinê bi saetan li qorîdorê li ser piya tên hiştin. Atîvîteyên me bi tevahî hatine qedexekirin. Amûrên ku bi kargoyê tên radestî me nakin. Amûrên li qantînê gelek bihane. Ji ber vê yekê em nikarin pêwistiyên xwe bibersivînin. Îşşkenceya sîstematîk didome. Her tiştên ku ji hêla derûniyê ve divê mirovekî neyên kirin tên kirin. Li qorîdoran û di hejmartinan de personel heqaretê li girtiyan dikin.”
Dayik Hanim Mûratoglû ku 2 zarokên wê li girtî ne, li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hejmara 1 a Tarsûsê, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê da û piştgiriya hiqûqî xwest. Dayik Mûratoglû, diyar kir ku ji jiyana xwe kurê xwe û girtiyên din bi guman e.