NAVENDA NÛÇEYAN – Leşkerên Tirk li bi ser mezrika Umyanisê de girtin, bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘endaman ji bo rêxistinê dabîn dikin’ leşkeran malên mezrikê seh kirin, Ahmet Tûnç ê 70 salî ku bi nexweşiya pençeşêrê ye û 18 kesên din hatin destgîrkriin Hate gotin piştî îfadeya li dozgeriyê Tûnç hate berdan.
Sêşemê ocaxa komûrê hêriftibû û karkerê bi navê Hasan Înal di bin de mabû. Dayika Înal Sarya û birayê wî MÎrza jî hatine destgîrkirin.
Hate gotin Ahmet Batibey (15) û Leyla Batibey û Diyar Tunç zarok in.
Li gorî agahiyan ji ber ku piraniya şêniyên mezrikê hatine destgîrkini, zarok û sewal û dewarên gund bê xwedî mane.