Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê QASIM ENGÎN
Dewleta Îranê çawa ku li hemberî Kurdan ji aliyekî ve polîtîkaya înkar û îmhayê meşandiye, ji aliyê dîn ve naqokî û pevçûnên li parçeyên din jî li ser gel wek amuraza pêkutiyê bikar aniye.
Li gelek deran rêxistinên Kurd li hemberî hev dane şerkirin û bi vî awayî xwestiye ku pevçûnan li dervayî sînorên xwe bigire. Dewleta Îranê ev polîtîka li hemberî Kurdan jî sepandiye.
Dewleta Îranê cudewaziya heyî ya ji hêla zaravayên Kurdan li dijî gelê me li Rojhilatê Kurdistan jî bikar bîne. Bi armanca afirandina naqokiyên deverî û herêmî, bi awayekî sûnî cudewaziyên di navbera herêman de derxistine holê. Ev polîtîka li henberî rêxistinên rejîma Îranê têkoşîne dikin jî hatiye sepandin. Bi vî awayî gelemperbûna van rêxistinan a di wateya rast de hatiye astengkirin. Bi vî awayî bi rêya naqokiyên di navbera Soran- Kurmanc-Kelhur û herêman de polîtîkaya ‘ji hev cuda bike- parçe bike û bi rê ve bibe’ ku ji aliyê dewleta Îranê ve li ser Kurdan bi awayekî bipergal hatiyê sepandin, hatiyê pêkanîn. Li Herêmên wek; Kirmanşan û Îlam û Loristan ji ber ku di milê rêolî de piranî Şîa’nin û li hinek deveran jî Yarsan’in ev pir bi xirabî kar anîye. Heta wiha kiriye ku hinek Kurd xwe li ser Farisan bihasibînin û xwe Kurd nabînin. Leystoka ku Tirkiye li ser Kurmançkiyan ango Zazayan li Bakur kar aniye, heman tişt Îran jî li ser Kurdên bi rêola Şîa kar aniye.
Bi gotinên din, him cewaziya mezhaban û him jî cewaziya lehçeyan bi qirêjî kar tîne.
Her wiha di nav rêbazên dewleta Îranê de sepandina rêbaza bi belavkirina kirina sîxur ya di nava Kurdan de, tunekirina dorhêla ewlebûnê ya di nava gel de jî heye. Bi vî awayî di nava gelê Kurd de dorhêlekê bêwletiyê ya cidî hatiye avakirin. Wisa ku di navbera endamên malbatekê de jî dorhêleke bêwletiyê hatiye avakirin. Bi vê yekê astengkirina pêşiya bipêşketina ramana netewî ya di navbera gel de hatiye hedefkirin.
Lê xeteriya wê tenê bêguman ev nîne, Îran kesatiyek wiha ava dike ku ji hevdû bawer nake, ji hevdû guman bike, ji hevdû bitirse. Em bala xwe bidinê di nava rêxistinên Rojhilat de çendî Kurd di bin navê sîxûrtiyê hatine înfaz kirin e. Ev derûniya ku dewleta Îranê dane avakirine. Derûniyek wiha avakiriye ku, kesek jî kesek bawer neke, emîn nebe û pişta xwe jî nedin hevdû.
Ma li vê rêbazê qirêjtir û kirêttir rebaz heye?
Dîsa Îran bêguman taybet jî rejîma Komara Îslamî gelê Îranê û gelê Kurd bi birçîbûyînê terbiye dike. Bi êsîrgirtina bi bêşixuliyê radestgirtin mirovan jî amûrek din ya qirêje.
Bi nepêşxistina aboriyê ya li Kurdistanê, bipêşxistana xîzantiya gel û mijulkirina gel a bi pirsgirêkên aborî ve. Bi vî awayî li herêmên bipêşxistina qaçaxiyê an jî sîxurtî û cehşîtiya girêdayî dewletê didin pêşxistin. Kontrola li ser qirikê kontrola herî xeter ya dixwazin mirovan bê terbiye bikin. Bêguman ev rêbaza herî fireh di dîroka Îranê de Şahînşahan kar aniye, lê Komara Îslamî jî ev rêbaza hêna kûrtir kiriye.
Dewletê, gava ev polîtîka xistiye meriyetê jî rewşa civakê ya aborî bikar aniye û herî zêde jî xwestiye ku beşên gel ên xîzan li ser vî bingehî bike sîxur. Bike amûrên ku ji dewlete re kar bikin.
Bipêşxistina qaçaxvaniyê ya di bin venêrana dewletê de ye. Li hemberî qaçaxvaniya ne di bin venêrana dewletê de jî standina bergirên tund, bipêşxistina operasyonan, avêtina wan girtîgehê û xanî jî di nav de desteserkirina hemû mal û milken wan.
Rejîmek ewqas bê vîcdane û bê îmane ku dema li hember rejîmê karê siyasî werin kirin dest datînin hemû milkûn wan kesan. Di encam de herkesî ditirsînin, herkes gerek hesaba gelek tiştan bike.
Bêguman tenê ew ne, yên ku li hember rejîma Komara Îslamî qaşo suç kirine, tên îdam kirin.
Sêdar, di pernisandin-sîndîrme ango bêdengkirin û tunekirina Îraniyan û Kurdan de yek ji rêyên Şerê Taybet ên herî bibandor e. Li gorî eyaletên din li Kurdistanê bi avakirina sêdaran, bipêşxistina îdaman a bi rengekî giştî bi mantiqê siyasî û lometiyê (îbret). Her wiha çawa ku lêçûnên yên tên îdamkirin ji malbatên wan tê standin, bi zorê dane temaşekirina yên tên kuştin di milê malbatan de jî tê ferz kirin. Kî dikare bi çavên xwe îdam kirina keç ango kûrê xwe, mêrê xwe an jî xizmên xwe tahamul bike?
Ger ya ku qaşo ji bo Komara Îslamî suç kirî keçekek bibe, ewil wan jinên cîwan û li gore wan “bakîre” ku cezayê îdamê digirin, piştî destdirêjî li wan tê kirin, tên îdamkirin. Hîncet jî qaşo yên bakîre nikarin biçin bihuştê. Him tecavûz bike him jî rêya olî jê re peyde bike!
Zagoneke bi navê zewaca demî (Sîxe) heye. Zagoneke ku laşfiroşiyê dike fermî. Yê ku bixwaze, dikare ji bo rojekê an jî heftiyekê (ev zagon ji bo zilam derbasdar e) bizewice û pişt re dubare dikare wê berde. Li Tahranê di Êtîmxaneyê de 25 hezar zarokên êtîm hene ku ji vê zewacê welidî ne. Mukaddîmeyên dema Sumeriyan niha li Komara Îslamî bi hemû fermiyetê bi vî avahî pêk tê.
Pêwîstî nîne ku em behse Recm- sengeser kirina jinan bikin.
Di dinyayê de duyemîn welatê ku herî zêde meşrubê mezax ango xerç dike, Îran e. Bazirganiya seksê, xebatên hişbirê fermî bi destê dewletê tên kirin. Laşfiroşiya zarokan bi zagonê tê kirin.
Li gorî xala 1210’an a zagona Îranê ya medenî keçeke zarok piştî temenê xwe yê neh salî kamil dibe. Zarokeke gihiştî vî temenî, “dibe jin.” Bi esasgirtina vê zagonê, gelek keçên zarok ji aliyê molayan ve mecbûrî zewacên bi armanca bedkariya zayendî tên kirin. Bi gotinek keç hêna di temênên biçûk de tên bêdeng kirin, hêza wan ya berxweder hêna di zaroktiyê de tê kuştin. Zarok ji xayalên xwe yên zaroktîre bi zorê îxanet dikin.
Vê ya ku zagon destura zewacên demborî an jî demî dide, gelek zarokên biçûk dixe rewşa “laşfiroşa zagonî.”
Her wiha:
Hişbir-tîryak û meşrub ku li eyaletên Îranê yên din qedexe ye, di bin venêran û agahiya îstixbaretê de li Kurdistanê tê firotin û belavkirin. Qaşo dewleteka Îslamiye û madeyên hişber qedexe ne. Lê rastî ne waye. Rastî ew e ku, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê de dewlet van karên qirêj rêve dibe. Bi vî avahî heman wek dewleta tirk ciwanên Kurd li xebatên siyasî, civakî û her wiha exlaqî tên dûrxistin.
Li ser bingeha Şerê Taybet veguherandina girtîgehan a îşkencexaneyan, kirina sîxur a her kesên dikevine girtîgehê û teşwîqkirina wan a nav şebekeyên hişbirê tên kirin.
Li Kurdistanê ji hemû eyaletên din bêhtir zêdekirina mizgeft, fêrgehên Kuranê û medreseyan û bikaranîna van a wekî saziyên Şerê Taybet. Bila were bîra me ku dewleta tirk jî heman rêbaza dijî civak û ciwanên Kurd bi kar tîne. Bi vî avahî pêşiya Îslama rast tê girtin û xwedan derketine Îslama rast jî tê astengkirin.
Bi avakirina sedan bendavan liyîstina bi erdnîgariya Kurdistanê, texrîb kirina erdnîgariya Kurdistanê û her wiha tine kirina mîrasa dîroka Kurdistanê. Bila tenê lehiyên mezin yê sala berê were bîra me. Ewqasî bî tabiyatê leystine ku kontrola wê ango pêşî girtina texrîbatên mezin gengaz nabe.
Bi kurtahî; Komara Îslamî di serî de heta binê xwe bi Şerê Taybet û Şerê Derûnî rêxistin kiriye. Ji ber wê jî; li Îranê mûxalefet kirin zor e, dijwar e. Rejîmek wiha ye ku him dikuje, him darve dike him bi nermayî hildide û yên dijberê xwe dikare bigire nava xwe. Di poîtîkaya pratîk de qayîşok (esnek) e. Avaniya ku nîjad û ol dike yek, ango herkesî dike perçeyekî dewletê, hêna rastir ferd û civak dike dewlet.
Şerê Taybet jî tam jî ev e.
Ango bi gotinên hevalê Duran Kalkan; “Bi Şerê Taybet dewlet, dibe takekes û civak. Takekes dibe dewlet û ji mirovbûnê derdikeve. Civak ji civakbûnê derdikeve û tunê dibe. Li şûnê tenê dewlet dimîne. Va ye ŞERÊ TAYBET tê wateteya vî şerî.”
Wek gotinên dawî:
Dewleta Îranê dewleteke qomploger e. Di diyalektîka vê dewletê ya jiyanê de bûyîna bisinc, tune ye. Di felsefeya wê de cihê bûyîna duristîtî, dilsozîtî, hogirîtî, rûmetdartî, camêrtî û birêgezbûnê tune ye. Felsefeya wê xwe dispêre bêregeztî, fêlbazî, dek û dolab û xapandinê. Hêza wê ya herî mezin a îstîsmarê, ol e.
Lê, Olê Îslamê bisincbûnê pêwîst dike. Mirov û nirxên mirovahiyê esas digire. Di cîhanê de ti welatekî din tune ku biqasî dewleta Îranê olê Îslamê îstîsmar dike û dike dewlet, ango dike diz, ango dike bê rûmet, ango bi onuran mirovahî dileyze.
https://www.nuceciwan39.com/ku/2019/12/25/rejima-nepeni-nermeting-u-bineve-komara-be-iman/
https://www.nuceciwan39.com/ku/2019/12/08/rebazen-sere-taybet-li-diroka-dewleten-iran-de/