NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wan li Îzmîr û Stenbolê çalakiyên ji agir pêk aniye û got ku wê çalakiyên wan bênavber bidome heta ku ev hişmendiya faşîst bidawî bibe. Di çalakiyan de depoyek xurde û 10 wesayîtên mezin bi temamî hatine şewitandin.
Daxuyaniya Înîsyatîfa Zarokên Agir wiha ye:
“Înîsyatîfa me di 25’ê Kanûna 2019’an li Stenbolê Ataşehir depoyek xurde daye ber agir. Di çalakiyê de depo bi temamî şewitiye û agir belavî malên derdorê buye.
Disa di 25’ê Kanûna 2019’an di saetên sibehê da li Îzmîr Bornova li ser servisa tamirkirina wesayîtan çalakî hate lidar xistin. Di encama çalakiya ji agir 5 otobus, 4 minibus, 1 tir, bi giştî 10 wesayîtên mezin hatin şewitandin.
Çalakiyên me li dijî rejîma faşîst, qirker, dagirker û kujerê zarokan bidomin.”