BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 25’ê Kanûnê de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;
Hêzên me saet di 10:30’î de li dijî leşkerên li ser Girê Şehîd Axîn çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hate xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Hêzên me saet di 12:30’î de li dijî leşkerên li Girê Şehîd Axîn cara duyemîn çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Piştî çalakiyê saet di 14:30’î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdorê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.”