DÊRIK – Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê li ber nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn û cenazeyê şehîd Mihemed Hemo (Sîpan Efrîn) wergirtin. Şehîd Sîpan Efrîn di encama kirîza dil de di 22’ê Kanûnê de şehîd bû.
Piştre şênî cenazeyê şehîd wergirtin û cenazeyê şehîd danîn ser erebeya doşak. Şênî bi peyayan di nav kolanên bajarê Dêrikê de meşiyan.
Piştî derketina ji bajêr bi kerwaneke girseyî ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ve destpê kir.
Paşê berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî û got: “Şehîd Sîpan sembola dayînê ye. Li tevahiya eniyan destanên lehengiyê xêz kirin. bi hezaran şervan ji dibistana wî derçûn.”
Mehmûd wiha domand: “Dema şehîdên mîna şehîd Sîpan şehîd bikevin, dîrok xwe di dilê şervanan de dubare dike. Ji bo ku rêya tevahiya şehîdan bişopînin.”
Mehmûd di nav gotinên xwe got: “Em îro fermandarek mezin oxir dikin ê ku li hember Erdogan û çeteyên wî li berxwe da ji berxwedana Kobanê bigire heya bigihêje Berxwedana Rûmetê. Rolek pêşeng li tevahiya eniyan lîst. Li hember tevahiya cureyên xiyanetê sekinî.”
Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Foze Yusif sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Efrîn û tevahiya gelan re xwest.
Foza destnîşan kir ku şehîd Sîpan jibo azadiyê, pêkanîna edaletê û rûmeta gelan têkoşiya. Jiyana xwe ji bo yekitî û azadiya gelê kurdî bê teredud feda kir.
Foza wiha domand: “Şehîd Sîpan bi rihê hevaltiyê, dilinzimî û kesayeta xwe ya welatparêz tê naskirin. Ne tenê şervan bû lê belê fermandar û endezyarek afrîner bû.”
Piştî bidawîbûna axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê wesîqeyên şehadeta şehîd Sîpan Efrîn xwend û radestî malbata şehîd kir.
Di merasîmê de kurê birayê şehîd Sîpan Efrîn Warşîn Hemo axivî û got: “Şehîd Sîpan bi dilpakî û dilovaniya xwe ji xizanan re dihat naskirin. Lewra hertim cihê rêzdariyê bûn. Em soz didin ku rêya apê xwe bişopînin.”
Di dawiyê de cenazeyê şehîd Sîpan Efrîn di nav tilîliyên dayîkan de hate veşartin.