TİRBESPİYÊ – Ciwanên PYD’ê bi beşdarbûna ciwanên Navçeya Tirbespiyê civîna xwe a salane pêk anîn. Di civinê de rewşa sîyasî, rêxistinî û plansazî hatin nîqaşkirin û Xebatên salekê yê ciwanan hatin nirxandin.
Civîna salane ya Ciwanên PYD’ê bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê Cangoriyên Azadiyê destpê kir. Civîn li Navenda Çand û Hunera a Yekta Hogir ya Tirbespiyê hate li dar xistin. Hola civînê bi wêneyên şehîdan û alên PYD’ê hatibû xemlandin. Civîn bi nîqaş û nirxandina dewam kirin. Di beşa dawî a rojeva civînê de plansazî hatin danîn.