BURSA – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasîsê Wî Mazlûm Dînç ji bo ku biçine Imraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Polat Yildirim jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Ji 12’ê Tebaxê û vir ve dewleta Tirk bi rengekî kêfî serlêdanan qebûl nake.