STENBOL – Girtiyên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoy a Stenbolê de, bi rêya parêzerên xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Hat diyarkirin ku girtiyên ji bo diran û çavan serî li sewqê dane 2 sal in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin, di dema sewqkirinê de muayenekirin bi kelemçekirî tê ferzkirin. Girtiyan, anî ziman ku girtiyên muayeneya kelemçekirî qebûl nakin jî bêyî bên tedawîkirin wan tînin girtîgehê.
Girtiyan anî ziman ku hevalên wan Tenzîle Acar û Felek Gun bi nexweşiya hebatîtê ketiye, ji bo revîrê daxwazname nivîsandine, lê belê wan neşandine û sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin. Girtiyan, destnîşan kir ku di rewşên ne lezgîn de jî nikarin biçin revîrê û gotin gardiyan ji bo kesên dixwazin sewqî nexweşxaneyê bên kirin dibêjin, “Heta çirik çirik xwîn ji we neyê nabe rewşeke lezgîn”.
Girtiyan, diyar kir ku ji bo nîqaşkirina pirsgirêkan muxatabek tuneye û gotin, midûrê yekemîn hevdîtinê qebûl nake û midûrê duyemîn jî nikare pirsgirêkan hel bike.
QAWÎŞÊN DIN TÊN FERZKIRIN
Girtiyan, anî ziman ku çûyîna qawîşa “serbixweyan” li wan tê ferzkirin û gotin, kesên dixwazin ji qawîşên serbixweyan derkevin jî 2 mehan di hucreyê de dimînin.
LÊGERÎNA TAZÎ
Her wiha girtiyan da zanîn ku rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel û Atilimê û kovara Demîkratîk Modernîte û Jineolojiyê nadin wan û aktîvîteyên wan ên werzîşê, atolyeyên wan tên astengkirin.
Girtiyan anî ziman ku danişîna hin hevalên wan di 18’ê Kanûnê de bûye û hevalên wan ji bo danişînê parastinên xwe bi kurdî amade kirine, lê belê hatiye xwestin parastina wan a bi kurdî ji wan bê stendin û esekeran gef li wan xwariye.