GIRÊ SPÎ – Li gorî agahiyên xwecihî li bajarê Girê Spî ku çeteyên dewleta tirk a faşîst dagir kiriye, Cehbet el-Şamiyê êrîşî Encumena Xwecihî a çeteyan kir. Piştî êrîşê di navbera çeteyên Cehbet el-Şamiyê û çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker pêvçûn derket. Li gorî agahiyan, li Girê Spî demdirêj dengê kelêşan dihat û ji ber qutkirina internetê belavkirina dimen û agahiyan hatin asteng kirin.