DÊRİK – Li Dêrikê bi hezaran kes li pêşiya Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer kom bûn, berê xwe dan konê sersaxiyê ji malbata Sîpan Efrîn re xwestin.
Konê sersaxiyê ji alên QSD’ê û wêneyên şehîd Sîpan hatibûn xemilandin.
Li kon li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Komîteya Karê Hundirîn a Rêveberiya Xweser û Kongra Star axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku şehîd Span hemû temenê xwe da têkoşîna gelan û li hemû eniyan li dijî dagirkerî û mêtingeriyê têkoşîn da.
Piştre jî nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.