LEZGÎN – HRE: Li Babê çeteyekî dagirker ê dewleta Tirk hate kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiya hêzên wan a 27’ê Kanûnê li herêma Babê de çeteyek hatiye kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.

HRE’yê got; “

“Li dijî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li Efrîn û herêmên derdorê wê çalakî û operasyonên hêzên me bê navber berdewam dikin.

Roja 27ê Kanûnê demjimêr 18’00’an li gundê Daxilbaş yê bi ser herêma Babê de li hember çeteyên dagirker yê koma bi navê Firqat el-Hemzet, hêzên me çalakiyek bi bandor şêwazê sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de 1 çeteyê koma navborî hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Di heman demê de, Artêşa dagirker û çeteyên wê piştî çalakiya hêzên me bi çekên giran tank, obus û hawanan gundên Malikiyê, Merenaz û Kefer Antûn yên bi ser navçeya Şera ya Efrînê bi dijwarî topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîşt zevî û milkên şêniyên li herêmê.”

Nivîsa Pêş