NAVENDA NÛÇEYAN – KBDH’yê di daxuyaniyê de got, ”Sala 2019’an di serî de li Tirkiyê û Rojhilata Navîn, ji destpêka salê ve, bû saleke wiha ku tevgera jinê li kuçeyan têkoşîna aktîf û milîtanî dayî”, Hevrîn Xelef, Aynûr Adar û Ceren Guneş bi bîr anî û got, ”Em sond dixwin ku 2020’an em ê gavên wiha bavêjin ku raperîna jinan vegeuherînê şoreşê.”
KBDH’yê krîza hegemonyayêya ya ji 2008’an û vir ve bi bîr xist û got, cihekî ku bandora krîzê bi giranî lê tê jiyîn Rojhilata Navîn e û got, ”Bêguman yek ji sedema vê jî hebûna Tevgera Azadiya Kurd e ku, ku kirdeyeke wiha ya polîtîk e û dikare mudaheleyê li dema krîzê bike. Şoreşa Rojava tam jî li nav vê cîhana ku serûbin bûyî ji xwe re qadek dît.”
KRÎZ Û FERSEND
Di daxuyaniyê de hate gotin ‘krîza hegemonyayê’ ji qad ji Tevgera Azadiya Kurd re vekiriye, dewleta Tirk a faşîst û dagirker ku pêngava diyarkirina qederê ya neteweya Kurd dîtî ji bo xwe mîna meseleya manûnemanê dibîne, ji bo dewleta Tirk jî, ji bo ku xeyalên xwe yên empertal bi cih bîne, gelek derfet hene û got, ”Pêvajoya ku bi Efrînê re dest pê kirî û êrîşa dagirker a berdest pêngaveke wiha ya dewleta Tirk a faşîst e ku dixwaze vê rewşa cîhanê/herêmê ji bo xwe bi kar bîne.”
ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
KBDH’ê di daxuyaniyê de bi berdewamî êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Girê Spî û Serêkaniyê ya 9’ê Cotmehê bi bîr xist û got, ”Li dijî pêngava dagirkirina Rojava bi berxwedana azadî û rûmetê bersiv hatiye dayin. Li ser xeta Girê Spî û Serêkaniyê êrîş çendî giran bin berxwedan jî ew çend mezin û bêhempa bû. Li gel ew çend teknîk, keşfê, F-16’an, obûs û çekên teknolojiya herî pêşketî êrîş anî. Têrê nekir, çekên kimyewî bi kar anîn, bi bombeyên fostorê qêrîna zarokên ku çermê laşê wan hatî şewitandin di guhê me de ye. Komkujiya sivîl kirin. Êşkence li miriyan kirin, şervanên ku birîndar girtibûn serjêkirin. Li ser medyaya sosyal ev par ve kirin. Êşkence li şervanên jin ên birîndar kirin, êrîşa zayendî birin ser wan, her cure êşkence kirin û bi kamerayê qeyd kirin. Bi cenazeyan lîstin.”
KBDH’yê diyar kir a ku rewşa şer guherandî li gel berxwedana li hundir her wiha piştevaniya enternasyonalîst bû ya li gelek deverên cîhanê rû dayî, ku gelên kedkar û jinan pêşengiya wê dikir û got, ”Li gelek deveran xwedî li şoreşa jinê ya Rojava derketin. Li gel çalakiyên protestoyê piştevaniyeke aktîf jî hebû. Hêzên HBDH’yê jî hem li hundir bi çalakiyên milîsan û hem jî li ser xeta eniyê di berevaniya Rojava de cihê xwe girtin. Ji qedroyên pêşeng ên têkoşîna azadiya jinê hevrêyên me fermandar Ceren û Aynûr di vî şerî de nemir bûn.”
LI DIJÎ NETEWEYA KURDAN KONSEPTA ÊRÎŞA GIŞTÎ
KBDH’yê bi domdarî got, ”Li dijî neteweya Kurd konsepteke giştî ya êrîşê heye, li dijî temsîla siyasî ya neteweya Kurdan, destkeftiyên herî biçûk jî dikine hedef. Êrîşa qeyûm ku tê maneya desteserkirina vînê parçeyek ji vê pêvajoyê ye. Bêguman hêla dî ya êrîşê jî ew e ku temsîla jinê dikine hedef. Bi vê çarçoweyê rêxistiniya berxwedanê ya li dijî êrîşa qeyûm her wiha xwedîderketina li vîna jinê ye.”
DI RÊVEBERIYA AKP’Ê DE KOMKUJIYA SER JINAN ZÊDE DIBE
Bi berdewamî êrîşê rejîma AKP’ê ya faşîst a li ser jinan hate bibîrxistin, hate gotin dema desthialta AKP’ê komkujiya ser jinê zêde bûye, 2019’an 400 jin hatine kuştin, li gorî daxuyaniya TUÎK’ê, ku saziyeke dewleta Tirk e, 11 hezar û 803 zarok ên ku temenê wan kêmî 17’an e ducanî bûne û got, ”Tundiya zilêm/dewletê berê xwe dide wan jinên ku dixwazin bibe kirde û lêdigerin ku jiyana xwe diyar bikin. Ya ku meseleya jinê dike şewata mezin a serdemê ev e.”
Bi berdewamî hate gotin,”Perspektîfeke wiha ya rêxistinî ya têkoşînê tê avakirin ku wê dênemetan di hîmên rejîma AKP’ê ya faşîst de bi cih bike, ne tenê teşhîr bike, her wiha yên ku hatine teşhîrkirin hilweşîne jî. Bêguman xeleke pêşî ew e ku rêxistiniyên wiha divê werin avakirin ku encamgir bin. Diyar e ku di vê de em ê bi pêş ve biçin.”
HEWCEHIYA LI AZADIYÊ
Bi berdewamî raperînên li Şilî, Spanya, Tirkiyê, Iraqê, Sûdan, Lûbnan, Kurdistan û Çînê hate bibîrxistin hate gotin di serê van raperînan jin hene û hate gotin, li gel hemû êrîşên desthilatên faşîst û paşverû ku zext û zordariyê geş dikin, hewcehî û bêrîkirineke li azadiyê heye ku nayê tinekirin.
KBDH’yê herî dawî got, ”Tevgera Yekbûyî ya Jinan a Şoreşê, xwedî wê perspektîfê ye ku alaya ku ji nemiran hilgirtî bilind bike, mîna rêxistina têkoşînê ya stratejîk giyanê serdemê fêhm bike û têkoşîna azadiya jinê ya li Tirkiyê li dijî pergala zilamserwer û nûnerê wê desthilata faşîst a AKP’ê bîne asta xeta têkoşînê û wê hilweşîne. Li gelek deverên cîhanê, her roj berxwedanên xweparastinê yên ji ber xwe ve û bi rabûnên pêşeng, berxwedan çêdibin. KBDH wê xeteke têkoşînê ku ji van tecrûbeyan hîn bûyî û di jiyanê de pratîk bûyî ava bike, wê hilmekê bide têkoşîna jinê ya cîhanî, ji cografyay ku lê ye, teqlekê bide berevaniya rêxistiniya jinê û tundiya şoreşger berbelav bike.”