GIRKÊ LEGÊ – Li hemberî Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Girkê Legê Meşek li darxistin.
Dewleta Tirk a dagirker 21’ê Cotmehê cezayê disîplînê li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din birî. Ev yek ji piştî serlêdana Parêzeran derketibû holê. Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Girkê Legê yê Kantona Qamişlo bi meşeke girseyî ev pêkanînên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Meş di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan pêk hat. Meş bi tevlî buna sedan ciwanan hat li darxsitin.