NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenta Tirk ku di bin kontrola AKP’ê de ye, wê di meha Çileyê de dengdanê li ser destûrnameya ji bo Lîbyayê bike. Ji bo vê dengdanê jî banga hikumeta Îslamî ya ji navenda Trablûsê ya li yekîneyên Tirk weke hincet hate nîşandan.
Rejîma Enqereyê di dawiya meha Mijdarê de bi wê hikumetê re du peyman îmze kir. Yek jê zêdekirina hevkariya leşkerî bû, ya din jî destnîşankirina sînorên deryayê yên li rojhilatê Derya Spî bû.
Tevî nerazîbûna mezin a welatên herêmê jî dewleta Tirk gaveke din avêt û leşkerên bi pereyan şer dike şand Lîbyayê.
Bûyereke din a ku hefteya derbasbûyî qewimî û bal kişand, serdana surprîz a Serokkomare Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ji bo Tûnisê bû. Di hevdîtinê de ya 25’ê Kanûnê, hate îdîakirin ku krîza Lîbyayê ketiye rojevê. Serokkomariyê Tûnisê ev îdîa red kir û îdîa kir ku Lîbya neketiye rojevê. Lê belê gelek çavkanî dibêjin ku rejîma Tirk dixwaze Tûnisê di krîza Lîbyayê de ber bi aliyê xwe ve bikişîne û tevlî vê krîzê bike.
BI BALAFIRÊN SIVÎL ŞANDIN
Li gorî malpera Opînîonê di şeva Şemî û Yekşemê de gelek seferên balafirên sivîl ji Tirkiyeyê ber bi Lîbyayê ve pêk hat. Tê gotin ku bi sedan leşkerên bi pereyan şer dikin bi balafiran şandin. Leşkerên bi pere yên ji komên çete yên ji ber DAÎŞ û El Qaîdeyê mane û li Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bikaranîn, bi taybetî ji aliyê rêxistinbûna paramîlîter a dewleta Tirk Sadatê ve hatin organîzekirin. Tê gotin ku çeteyên hatin şandin Ereb û Tirkmen in.
SAZIYA ÇAVDÊRIYÊ: 300 KES HATIN ŞANDIN
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan jî ragihand ku dewleta Tirk nêzî 300 ‘şervanên Sûriyeyî’ şand Lîbyayê. Di dîmenekî de ku li medya civakî hate weşandin, ev komên çete dibêjin ku ew ji bo li dijî Halîfe Haftar şer bikin diçin Lîbyayê. Rojnameya Lubnanê I’Orîent-le Joûr jî li gorî devoka van kesên di dîmen de xuya dikin û diaxivin, ji herêma Helebê ne.
JI BO ÇETEYAN BIŞÎNIN LÎBYAYÊ LI EFRÎNÊ NAVEND AVA KIRIN
Saziya Çavdêriya Mafên Mİrovan diyar kir, ku li kampên perwerdeyê yên dewleta Tirk 900 heta 1000 kes hene ku ji bo şandina Lîbyayê hatin perwerdekirin. Bi vê armancê komên çete yên dewleta Tirk li navenda Efrînê navendên qeydkirinê vekirine û navê kesên ku dixwazin biçin Lîbyayê qeyd kirine. Dewleta Tirk bi peymanên ji sê heta şeş mehan pêşniyar dike ku 2 hezar heta 2 hezar 500 dolarî bide çeteyên bişîne.
‘MEŞRÛIYETA NAVNETEWEYÎ YA JI BO TRABLÛSÊ HATE NASKIRIN BILA BÊ BETALKIRIN’
Di vê navberê de hêzên general Halîfe Haftar ku rojhilatê Lîbyayê kontrol dikin, bang li civaka navneteweyî kirin. Serokê parlamenta rojhilatê Lîbyayê Agûîla Salih ji civaka navneteweyî xwest ku meşrûiyeta navneteweyî ya ku dane Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya li Trabûsê bê betalkirin.
Li Lîbyayê du rêveberî hene. Yek jê hikumeta yekîtiya neteweyî ye ku komên Îslamî lê serdeste û navenda wê li Trablûsê ye, Tirkiye û Qatar piştgiriya wê dike. Ya din jî hikumeta bi serweriya Halîfe Haftar e ku Misir, Rûsya û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî piştgiriya wê dike.