DÎLOK – Walîtiya Dîlokê 48 herêmên ku 4 qereqol jî digre nava xwe yên li ser xeta sînorê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 15 rojan “Herêma Ewlehiya Taybet” îlan kir. Hate ragihandin ku biryar wê ji 1’ê Çileya 2020’an destpê bike heta 15’ê Çileyê bidome.
Li aliyê din hate ragihandin ku di nava 15 rojan de wê ketin û derketina wesayît û mirovan were kontrolkirin ger pêwîste were dîtin wê biryara qedexekirinê were ragihandin.