NAVENDA NÛÇEYAN – Walîtiya Şirnexê 15 herêmên li navenda bajarê Şirnexê û navçeyên wê di bin navê ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ de li sivîlan qedexe kir.
Hate ragihandin ku ev tedbîrên dagirkeriyê ji 1 heta 15’ê Çileyê derbas dibin. Qedexe bi rêk û pêk bi rengekî kêfî bi salane tê dirêjkirin.
Beriya rojekê jî di 30’ê Kanûnê de Walîtiya Dîlokê 48 herêmên li ser sînor ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlekariya taybet” ragihandibû.
Walîtiya Colemêrgê jî di 27’ê Kanûnê de 5 herêm ku bajar û navçe jî di nav de ne ji bo 15 rojan qedexe kiribû.