NAVENDA NÛÇEYAN
Meha kanûna sala 2011’an, dîrok dîsa bi xwîna gelên bindest û bi komkujiyên neyar ve dihat nivîsandin. Ne xwîna gelên bindest ziwa bû, ne jî dewleta neyar ji komkujiyan têr bûbû. Û îroj jî ev komkujî berdewam dikin…
Belê, 8 sal berê di êvara 28’ê kanûnê de bi dengê bombeyên balafirên şer ve qêrîna zarokan di binê siya sînorên de bû lorîna dayikan. Berfa spî bi şewitandina laşên 34 kurd û hêstirên wan ve reş û sor bû. Berf heliya, kezêb şewitîn ji ber laşên hatine parçekirin. Û bû lorîna dayik û bavan, xwişk û birayan… Ew deng û hêsirên gelên me wekî çemê Mûnzûr û Dîcleyê dîsa har û war bû.
Dîrokê dîsa xwe bi komkujiya kurdan dubare kir; Koçgirî, Zîlan, Dersim, Roboskê, Rojava… Bêhna xwînê ji dewletê re bûye şekir! Kuştina zarokan ji wan re bûye lîstik!
Belê, 8 sal berê şevek zivistanê ji gundê Roboskê 34 zarok û ciwan bi hêstiran ve li ser berfê ketibûn rêya mirinê. Lê haya wan ji mirina bêwext tune bû. Ev rê ji wan re rêya berdewamkirina jiyanê bû; ev rê, rêya kinc û xwarinê bû; ev rê, rêya zihmetiya jiyanê bû; rêya sol û cilek nû bû… Di emirên xwe yên biçûk de zehmetiyan hîn bibûn. Û dizanibûn ku komkujî û mirin ji jiyana kurdan dûr nîne.
Axa Mezopotamyayê bi xwîn û komkujiyên kurdan dinale. Her zarokên vê axê bi nalîn û berxwedanên Mezopotamyayê ve mezin dibin. Dîrok, di vê axê de li ber tendûran, bi çîrok û dengbêjiyên dayikan ve tê hînkirin. Zarok û ciwanên Roboskê jî wekî hemû zarokên kurd, di şevên zivistanên dirêj û sar de li ber tendûran, bi qetek nanê germ ve zikên xwe têr dikirin û bi guhdarkirina çîrok û dengbêjiyên dîrokî tev li xew û xewnên dirêj dibûn…
Belê, şeva 28’ê meha kanûnê dîrok bi laşên 34 zarok û ciwanên kurd ve dîsa hate nivîsandin. Ew çîrok û dengbêjiyên ku bi lorîna dayikan ve guhdarî kiribûn, îroj jî jiyana wan tev li xwe kir. Rêya berdewamkirina jiyanê bû rêya mirineke bêwext. Di binê siya sînorên dagirkirî de dengê bombeyên dewleta kujer, bû dengê komkujiyek dîrokî. Ji rûyên zarokên biken ve hêsirên sor li ser berfa spî rijiyan. Bêhna laşên şewitî cîhanê hilda. Li ser berfê, di şevek tarî de bi xwîna 34 kurd, li esman dîrokek sor dîsa hate nivîsandin…
Sedema komkujiyê torbeyek şekir û bîdonek mazot bû, an jî nasnameya wan bû?
Desthilata dewleta neyar wekî her demê ji komkujiyê re dîsa qulpek dîtibû. Dewlet piştî komkujiyê 12 saet bêdeng ma û li ser çapemeniyê weşandina nûçeyên komkujiyê qedexe kir. Li ber dengê qêrîn û lorîna zarok û dayikan ku cîhanê hilda bû, dewleta kujer ker û lal bû! Sedema ker û lalbûna wan wekî her demê qilifdîtina ji bo komkujiyê bû! Piştî 12 saetan ji laşên hatibûn parçekirin û şewitandina wan re qilifek dîtibûn û qedexeya li ser çapemeniyê rakirin. Ev komkujî di çapemeniyên dewleta kujer de bi awayekî rewa cîh girt! Rojnameyên dewletê jî dîsa rastiya xwe nîşanî me dan. Qilifên ku dewletê ji komkujiyê re dîtibûn, diweşandin.
Sozcu: “Çek bar kiribûn”
Mîllîyet: “35 kes mirin. em xemgîn in”
Haberturk: “Di sînor de şaşiyek metirsîdar”
Vakît: “Terorîst in an jî qaçaxçî?”
Leşkerên sînor giştî dizanibûn zarok û ciwanên Roboskê, wê rojê çûbûn “qaçaxçitiyê.” Siya van sînorên dagirkirî wekî her demê rêya nanê wan bû. Rêya solek û cilek nû bû. Sedema komkujiyê nasnameya wan bû. Sedema komkujiyê hebûna nasname, ziman û çanda Kurdan bû. Sedema komkujiyê mezinbûna zarokên kurdan bû, wek îroj, wekî dîrokê!
8 sal derbas bûn hîn jî di doza Roboskê de ne li tu kesî lêpirsîn hate, ne jî tu kesê wek berpirs hatin dîtin. Lê ew kesên ku ji bo Roboskê deng derxistin, hatin binçavkirin. Ew kesên ku ji bo bibîranîna Roboskê tev li çalakiyan bûn jî lêpirsîn hatin destpê kirin…
Roboskê dîrok e; dîroka nasname, ziman û çanda me ye! Em çawa ku nasname, ziman û çanda xwe ji bîr nakin, em Roboskê jî ji bîr nakin…
Vedat Yeler