NAVENDA NÛÇEYAN
Cangorî û pakrewanên gel cihekî xwe yê cuda di dîrok û dirêjiya mirovatiyê de digrin. Ji ber ku ew tevahî jiyan û hebûna xwe fedayî doz û azadiya gelê xwe dikin û amaca wan ew e ku rojên xweş û azad ji bona gelê xwe û tevahiya mirovahiyê bidin avakirin. Gelê Kurd jî mîna hemû gelên cîhanê bi hezarê qehreman û lehengan di vê rê de fedakirin e. Ji van hevalê ku bi xwîna xwe dîroka gelê Kurd zindî kirin û bedena xwe kirin pir ji bona ku gel sere derbasî jiyana azad bibe, serfermandarê mezin û yê efsanewî hevalê Egîd, Birîtan, Zîlan, Seyd Riza û bi hezarê şehîdên pakrewan yên ku bi xwîna xwe xaka welatê kevana zêrîn avdane û li ser bedena çiyayê Cûdî, Zagrosan û Munzira bi tîpên zêrîn navê xwe xizkirin e.
Yek ji van stêrkên geş yên ku li ezmanê ciwantiya şoreşa PKK’ê her tim wê geş bimîne û biçirisîne, hevalê Seyd Riza ye. Hevalê Seyd Riza bi eslê xwe ji Dêrsimê, navça Mazgirtê ye, di sala 1988’an de jidayikbûye, ew kurê herî mezin bû di nava zarokên malbatê de. Xwendina xwe jî heyanî dibistana Amadeyî temamkiribû, hîn temenî wî di navbera 16-17 salî de bû lê wî kar û xeatên di nava DHPê û ciwanan de dida meşandin. Heyanî demekî li Istembolê dimîne û piştê wê berê xwe dide Dêrsimê û tevlî nava refên gerîla dibe. Hevalê Seyd Riza di sala 2004’an de tevlî nava refên gerîla dibe û li heremên Elî boxazî, ovaciq, Rojavayî merkeza Dêrsimê, kar û xebatê dide meşandin. Ji sala 2004′ an û hayanî 2009’an li van qadan kar û xebatê dide meşandin. Ji sala 2009’an û şûn ve derbasî herema Qoçgirî dibe, piştî wê jî derbasî milê Behra reş dibe.
Tevlîbûna hevalê Seyd Riza di demeka wisa de çêbû, ku hem ji derv e û hem ji hindir ve êrîşên giran li ser tevgerê dihatin kirin û li qadeke mîna dêrsimê gel gihiştibû wê astê ku bipirse; gelo ma qey wê şer careke din were meşandin an na. Ji ber ku rewşa heyî li cem gel goman û şik didane avakirin û ji her milî ve tevlîbûna nava refên gerîla rawestiyabû. Lê hevalê Seyd Riza di demeke wisa de tevlî nava refên gerîla dibe û dixwaze ku bi pêngava 1’ê Hezêranê re bikeve ser rêya şoreşê û ji wê gavê re bibe bersiv. Navê xwe jî ji navê Seyd Riza (Serdar Morson gul) digre û ji bona ku bikaribe bi kesayeta xwe cihê wî hevalî dagire, çeka wî hildigre û şopa wî digre û dikeve ser rêya azadiyê û tekoşîna xwe dide meşandin. Her tim di nava awirên çavê xwe de hevalê Ş. Çayan mîna gerîlayekî bi heybet dihewand û her tim ew bibîrtanî. Ji ber ku hevalê Ş. Çayan hem ji milê bejn û bala xwe ve hevalekî bilind bû, weke din jî ji milê têgihiştina xwe ya bîrdozî û siyasî jî gelekî xurt bû û hevalekî têgihiştî û zanebû. Ji ber vê yekê dema ku hevalê Seyd Riza tevlî nava refê gerîla dibe û naskirina wî bi van hevalan re çêdibe, hîn bêtir naskirina wî ji tevgerê re pêşdikeve û wan hevalan ji bona xwe dike pîvan û li ser şopa wan dikeve rêya azadiyê.
Di zivistana sala 2004 – 2005 an de û mîna ku Serok APO dibêje; “mejiyekî bi goman ji bona azadiê û dilekî ku ji bona azadiyê bê navber lêdide”. Hevalê Seyd Riza ew axaftina ku Rêber APO tanî ser ziman, li gorî wê yekê tevdigeriya û jiyandikir. Ango mirov dikare bibêje ku hevalê Seyd Riza bi asoyekî ku ji bona xwe sînor nasnedikirin tevlî jiyana gerîla bû û bi tiştên heyî xwe bes nedidît û pê qayil nedibû. Bi tevlîbûn û jiyana xwe ya di nava tevgerê de jî ev yek roj bi roj û bi rengekî zindî dida raberkirin. Di dema ku cihê xwe di nava hevalên ku di wargeha zivistanê de diman digirt, wê çaxê hevalê Ş. Ferhad berpirsyarê wê yekînêbû, ji ber ku hevalê Seyd Riza bê navber pirsan ji hevalan dike û mereqa her tiştî dike û dixwaze di demeke kin de her tiştê girêdayî jiyana gerîla, tevgerê fêrbibe û nasbike. Di serî de jî naskirina Kesayet û rastiya Rêber APO û tevgera PKK’ê. Di destpêkê de û ji ber ku gelek pirsan dike û her tiştî mereq dike, heval dikevin di nava şik û gomanan de. Lê piştî wê heval têdighêjin ku ew dixwaze her tiştî nasbike û li gorî wê tevlîbûna xwe bide çêkirin. Ji ber vê yekê wî di roja destpêkê ji tevlîbûna xwe ev yek bi hemû hevalan da hîskirin. Ji ber van nêzîkbûnên hevalê Seyid Riza, hevalê Ferhad di wê wargeha zivistanê de du hevalan belîdike ji bona ku bersiva hemû pirsên ku hevalê Seyid dike bidin. Herçiqasî ku perwerdeya giştî jî dihate dîtin, lê hevalê Seyid Riza tucaran ji bona xwe Sînor nasnedikirin. Cidayê wê pir jiyana leşkertî û gerîlatiyê mereq dikir û her tiştê girêdayî wê ji hevalan dibirsî û dixwest ku di demeke kin de fêrî her tiştê girêdayî wê bibe. Herçiqasî ku hevalan xwest ku wî li cem xwe bigrin, lê wî ev yek nepejiriand û di sala 2005’an û bi rengekî çalak cihê xwe di nava hemû xebatên ku dihate meşandin de digirt û her tim xwesteka wî ew bû ku cihê xwe di enya pêş de bire. Ango mirov dikare bibêje ku ew hem di jiyanê de û hem jî di şer de erkê ku dikete ser milî wî bi cih tanî. Weke ku tê zanîn jî li qada Dêrsimê de gelek oparesyon rûdan û di wan oparesyonan de gelek heval şehîd ketin. Di sala 2005’an de û di oparesyona ku hevalê Serkeft û du hevalên din têde şehîd ketîn de, hevalê Seyd Riza jî wê demê li qada Dêrsimê bû û li Elî Boxazî cihê xwe digirt û ew jî di nava wê oparesyonê de bû, lê ew li cihekî din disekinî. Ji ber vê yekê dema ku dengê guleyan tê wan, nizanin çi bûye, ji ber wê berê xwe didine girê jorê ji bona ku fêrbibin çi bûye çi nebûye. Dema ku xwe dighînin serê gir, leşkeran dibînin, lê nizanin ku heval şehîd ketine an na. Herçiqasî ku hevalên Kevin jî li cem wî hene, lê ew ji hevalna re dibêje; pêwîst e ku em çalakiyekî li ser dijmin bikin, lê hevalên li cem bi zorê wî didine seknandin. Berûvajî wê pêwîstbû ku hevalên Kevin bibêjin pêwîst e ku em çalakiyê bikin, lê ew israr dike ji bona ku çalakî were kirin. Lê dema ku dizivirin cem hevalan û dibhîzin ku heval şehîd ketine, di civînê de ji bona wan hevalên ku bi hevalê Seyd Riza re bû pêşniyar hate kirin ku erkê wan yê fermandariyê ji wan were girtin.
Coş, heyecan û xîreta ku li cem hevalê Seyd Riza peyda dibû her tim mîna avzêmekî diherikî. Li gorî vê yekê dema ku biryara bêçalaktiya ku mehekî hatî girtin bi dawî bû û careke din biryara şer hate girtin û ji bona hevalê Seyd Riza fersendek hate dayîn ku cihê xwe di nava yekîneya ku cihê xwe di enya pêş de bigre derkete holê, hevalê Seyd Riza pir bi coş û heyecaneke mezin pêşwaziya vê biryarê dike û hîn bêtir bawerî û hêviyên wî bi wî xurtirdibû û dema ku xwesteka wî bi cî hat, hîn bêtir û di asteke jor de tevlî kar û xebatê dibû. Tu caran bi mirovan ne dida hîskirin ku ew nûye û pêwîstiya wî bi perwerdê heye. Dema ku dijmin derdikete oparesyonê û bi şûn ve dizivirî, pir aciz û tengdibû û ji hevalan re digot; dijmin heyanî ber lingê me hatî ye çime em lênadin.
Dema ku berû erkekî dikevin rê, dijmin di rê wan de kemîn danîbû, dema ku dikevin kemînê de du heval xwe xilasdikin, hevalê Seyd Riza jî birîndar dikeve û bi wî halî xwe ji nava dijmin xelas dike biyê ku tiştekî xwe bihêle şûn xwe de. Ango mirov dikare bibêje; herçiqasî ku ew salekbû ku cihê xwe di nava refên gerîla de digre, lê di her qadên kar, xebat û şer de her tim asta berpirsyarî û tevlîbûna xwe dida nîşandayîn. Kesayet ne ku mezin dibe û ji nû ve rastiya wê derdikeve holê, berûvajî wê û mîna ku Rêber APO anî ser ziman kesayet bingehê xwe ji zaroktî digre û mîna pêşiyên me gotî; “kormê şîrî heyanî pîrî”. Li gorî derfetên li wê dê heyî dema ku perwerda leşkerî tê vekirin, hevalê Seyid Riza ji beriya ku heval jê bipirsin, xwesteka xwe ya tevlîbûna berwerdê dine ser ziman û tevlî perwerdê dibe. Ew î her tim tanî ser ziman û digot; pêwîst e ku gerîla muhtacî kesî nebe û her tiştê xwe bi xwe bike û li gorî derfetên heyî xwe ji her milî ve amedebike. Di dema perwerdeyê de pir guhertinên mezin bi xwe re dane avakirin û hemû heval jê memnûnbûn, ji ber ku wî zû heval nasdikirin û bi hemû hevalan re dikete nava danûstandinê û rihekî germ dida avakirin, ji bona tevlîbûna xwe ya kar, xebat û jiyanê tu caran sînor nasnedikirin.
Hevalê Seyd Riza bi xwe mamosteyê xwe bû, di her kar û xebatên ku dihatin meşandin de jî her tim ew î di wan de serkeftin bi dest têxist. Li gorî vê yekê û di sala 2006’an de gihişte wê astê ku ew bi tena serê xwe çalakiyeke serkeftî li ser dijmin bike. Ji her milî ve û li gorî rewşa heyî xwe bi tevger dikir û xwe tevlî kar û xebatê dikir, di dema oparesyonê de jî ji êvarî heyanî seharê bi birîndarî û bi tena xwe di nava dijmin de dimîne û xwe bi rengekî saxlem dighîne hevalan. Herçiqasî ku birîna wî giranbû jî lê wî tucaran di jiyanê de ji bona xwe nedikire asteng û bê navber xwe tevlî kar û xebatê dikir. Di wê demsala zivistanê de jî ew î bi her awayî xwe tevlî kar û xebatê dikir û tu caran birîndariya xwe li pêşiya kar û xebatên ku dihatin meşandin nedikir asteng û her tim dixwest ku bi hevalan re tevlî kar û xebatê bibe.
Di milê nizîkbûnê xwe ji bona gel de jî, her tim dida xuyakirin ku pêwîst e nêzîkbûn ji bona gel cudabin û pêwîst e ku hemû xalên hesas di warê nêzîkbûna ji bona gel de li ber çavan we re girtin. Hevalê Seyd Riza tu caran hermecîtî ji bona xwe bingeh nedigirt. Di asta xebatên xwe yên jiyanî de jî tucaran ji bona xwe sînor nasnedikirin û her tim dixwest ku cihê xwe di nava kar û xebatê de bigre. Ji ber van teybetmendiyê wî yên ku bala her kesî dikşand, hemû hevalan dixwestin ku bi wî re kar û xebatê bidin meşandin. Herçiqasî ku heval dihizirîn ku wî bişînin ji bona ku perwerdeyekî bîrdozî û leşkerî bibîne, lê ew î tucaran behsa vê yekê nedikir û ji bona xwe nedikir asteng. Berûvajî vê yekê her tim dixwest ku cihê xwe di qadên herî zor û zehmet de bigre. Di sala 2007-2008 an de li Ovaciqê û merkezê de û bê navber kar û xebat dida meşandin, lê wî ev yek ji bona xwe bes nedidît. Her tim digot; pêwîst e ku em berê xwe bidin cihê herî zor û zehmet û di eniya pêş de cihê xwe bigrin û dijmin bi şer û çalakiyên xwe têxînin tengasiyê de, ji bona ku mecbûrî çareseriyê bibe.
Di sala 2009’an de dema ku derbasî qada Qoçgirî dibe, dixwaze derbasî Behra Reş bibe, ji ber ku her armenca wî ew bû ku pêş de biçe û di cihê herî zor û zehmet de cihê xwe bigre. Lê ji ber ku li gorî heremê din herema Qoçgirî henekî pêşdebû, ji bona wê bi vê yekê jî qayîldibe. Lê dişta ku wî dixwest ji bona hevalan bide xuyakirin ew bû ku ew ji bona her deverî xwe hazir û amede dibîne. Ji beriya sala 2009’an gerîla hîn xwe li qada Qoçgiriyê bi cî nekiribû, ji ber vê yekê dema ku hevla Seyd Riza derbasî wê heremê dibe, bi coş û heyecaneke mezin berê xwe dide wê heremê. Tişta ku derdikete holê ew bû ku hevalê Seyd Riza xwedî biryareke mezin bû û nêzîkbûnê wî jî mîna yê hevalê Egîd bû dema ku dibêje; pêwîst e ku em li vê derê xwe bi cî bikin, ji ber ku dema em li Botanê xwe bi cî nekin em nikarin wê demê pişta xwe bidin başur û şer bikin û serkeftinê bi destê xwe ve bînin. Dibe ku cara yekemîn bû ku derbasî wê heremê dibin, lê careke din bi şûn ve nezivirîn û herçiqasî ku bi qasî yekîneyekî bûn, lê xwe li wê derê bi cî kirin û dest bi kar, xebat û çalakiyan kirin û li gelek cihan dijmin kirin nava tengasiyê de. Ev yek asta biryarbûna wan dide belîkirin, hevalê Seyd Riza jî di pêşengiya vê yekîneyê de cihê xwe digirt.
Mirov di vî warî de dikare bibêje ku şehadet rêya me tevane û di pêşiya me tevan de ev rê heye, lê henek caran mirov dibêje ku ev heval geleke di vê demê de şehîd neketibane, ji ber ku dema hîn jiyanbikra wê hîn bêtir ji bona şoreşê kar û xebat bidana meşandin. Hevalê Serhildan jî yek ji wan hevalê ku ji beriya hevalê Seyd Riza cihê xwe li wê qadê digirt û ew î jî bi xebat û tekoşîna xwe cihekî xwe yê cuda di wê qadê de avakir, ji bona vê yekê mirov dikare bibêje ku hevalê Seyd Riza doz û rêça hevalê Serhildan neberda û her tim xwest ku şopdarê rêka wî hevalî û hemû şehîdên azadiyê be. Herçiqasî şehadeta hevalê Seyd Riza ji bona me tevan pir zor û giran bû, lê her şehadetekî cihê xwe heye û muhra xwe li dîrokê dide û hîn bêtir rêya me ronî dike. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku hevalê Seyd Riza sembola milîtanê hemleya çaremîn û pêvejoya şerê şoreşgerî yê gel e, ji ber ku wî bi hemû hêz û hebûna xwe yekîtiya gel û gerîla da avakirin û mîna parêzvanê Rêber APO û gel tevdigeriya. Yekîneyek heval li beramberî bi ser hezaran li berxwedan û rastiya giyanê PKK’ê ji her kesî re dane raberkirin. Tirs û xofa ku dijmin li beramberî wê yekîneyê jiyandikir bê sînor bû, ji ber wê bê navber, oparesyon li ser oparesyonê didane meşandin. Di dema şer û pevçûnê de jî tu nêzîkbûnên mîna dudilî, neşerkirin û xwe radestkirin qet li cem wan hevalan ne derkete holê û heyanî dawiyê jî hevalan bi berxwedanekî mezin li beramberî dijmin rawestiyan û heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê şerkirin û şehîdketin. Li gorî vê yekê mîna ku em di şerê şoreşgerî yê gel de siloxana an azadî – an jî mirinekî bi romet ji bona xwe heyanî dawiyê bingeh digrin. Wan hevalan jî û di serî de hevalê Seyd Riza ev yek ji bona xwe mîna pîvanekî girtin û heyanî dawiyê bi cî anîn. Li gorî vê yekê di şerê gel yê şoreşgerî de mayîna di nîva rê de nabe! ketine dest nîne, tu rêyên din ji şehadeteke bi rometir li pêşiya me tuneye, ev bi xwe jî cewherê şerê şoreşgerî yê gel e.
Hamid Dêrik