QESRÊ – Li bajaroka Qesrê ya li ser bi Çoman hejmarek ciwanan di çarçoveya çalakyên Navenda Rewşenbîrî ya Qesrê naveroka çend pirtûkên fikrî nîqaşkirin.
Li Hola Navenda Rewşenbîrî ya bajaroka Qesrê ya li ser bi Çoman a Hewlêrê hejmarek ciwan naveroka çend pirtûkan guftûgo kirin. Di nava wan pirtûkan de pirtûka ‘Jiyana min timî şer bû’ ya şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz (Sara) hebû.
Yek ji endamên Desteya Rêveberiya Navenda Rewşenbîrî ya Qesrê Kerkûk Ehmed got; “Ji bo vê rûniştê me gazî dostên pirtûkan kir ku pirtûkekî xwendine bînin û şîrove bikin. Yan ji weke mêvan beşdar bibin û sûd ji nîrxandinê bigirin. Her yek ji xwendekaran fikrên cuda pêşkêşî kesên amade kir.”
Kerkûk Ehmed eşkere kir ku çalakiyên wiha di warê rewşenbîrî de gelek ximzetê dike û wiha domand;”Her ku diçe ji ber vekirina navenda me pêşkeftinê çêdibe. Ji berî vekirina navendê cihek nebû ciwan û xwendekar hevdû bibînin. Navenda me serbixwe ye û ji partî û aliyên dûre. Guftûgo li ser rewş û guhertinên civakî tên kirin.”
Navenda Rewşenbîrî ya Qesrê di 1’ê Adara 2019’an de ji aliyê hejmarek ciwanên xwebexş ve hatiye vekirin. Heta niha navendê çend çalakiyên jîngehî, wêjeyî, hunerî û çandî lidarxistiye.