SILÊMANÎ – Çêker û Derhênerê alîkar yê filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ Diyar Hesso der barê astengiyên asayîşa Silêmaniyê ji bo pêşandana filmê ‘Berxwedana 100 rojî ya Sûrê’ ji ajansa me re axivî.
Çêker û Derhênerê alîkar yê filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ Diyar Hesso bûyera qedexkirina pêşanda film wek “biryareke pir şaş û ne di cih de ye” nirxand û wiha berdewam kir:
“Agahiya vê biryarê di rêya Sînema Salim re ji me re hat, ango sînemaya ku wê film lê hatibe nîşandan. Rêveberê asayîşa bajarê Silêmaniyê pê re axivî bû û gotibû ku ‘Ev film nabe bi tu awayî li Silêmaniyê were nîşandan’. Dema dipirse bê sedem çi ye, bersiva ‘Ji bo ewlekarî û aramiya nav şar’ werdigire. Me hewl da em vê biryarê baştir fam bikin. Rêveberê sînema Salim Rewez Salih bi parêzgerê Silêmaniyê re, Dr. Heval Babekir re axivî lê di heman nerînê de bû. Em jî bi rêveberê gerînendeya çandê li Silêmaniyê Babekir Dreyî re axivîn. Lê me encam negirt.
SANSÛRKIRINA HUNERÊ ŞERM E
Sansûrkirina hunerê, fîlmekî sînema di cîhanê de, di roja îro de, mirov encex ji ber şerm bike. Tiştên bi vî rengî li pir kêm welatan peyda dibin. Ji xwe aliyê ku biryar girtine ne saziyên çandî ne, ne wezareta çandê û rewşenbîrî daye, asayîşê da ye! Hêzên ewlekariyê ji karê wan bi sansûrkirina hunerê re heye!
Ji xwe heger film carekê hatibe nîşandan, temaşe kiribana, piştre qedexe kiribana, dîsa me dikarî herî kêm fam bikin. Film temaşe nekirine jî lê biryareke wisa dane, ev tê wateya ku ji wan re hatiye gotin yanî, ew qasî zelal e.
Filmekî kurdî ye, çîrokeke kurdî Kurdistanî vedibêje; behsa çîroka berxwedana Sûrê dike, çawa ciwanên kurd canê xwe kirine gorî da ku ewlekarî û aramiya bajarê xwe, bajarekî k-Kurdistanê biparêzin. Ev çawa dibe sedema fikaran ku aramiya bajarekî din ê Kurdistanê xira bike!
FILM DI ASTA NAVNETEWÎ DE HATIYE ECIBANDIN
Film ji xwe li cîhanê belav dibe. Li festîvala navneteweyî ya filman ya Kolkata li Hindistanê hat nîşandan, wê li festîvala Rotterdamê jî were nîşandan. Her du jî festîvalên pir mezin û di asteke jor de ne. Lê di welatê xwe de film tê qedexe kirin. Li Hindistanê, gotin xelkê pir ji film hez kir û çîrokeke girîng vedibêje. Ji ber wê komîteya festîvalê biryar da ku şûna film du caran were nîşandan, bila sê caran be. Li Holenda, li Rotterdamê, ji derveyî nîşandana film, ji me xwestine ku em semînerekê li ser sînema û çêkirina filmên bi vî rengî bidin.
Lê li bajarê ku beriya demekê ji aliyê UNESCO weke bajarekî wêjeyê hat naskirin, paytexta rewşenbîrî ya Kurdistanê, tê qedexekirin.
Di eynî demê de, filmên ku biyaniyan li ser şervanên Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê çêkirine, ev du sal e ku dikin filmê vekirinê di festîvala filman a Suleymaniyê. Dema hin kes kurdan hejar, nezan, bêçare nîşan didin yan jî têkoşîna bo azadî û hebûna xwe dike wekî şerekî çekdarî qebe nîşan didin, film nabe qedexe. Beruvajî qedreke mezin tê dayîn. Lê dema kurd bi xwe çîroka xwe ya rast bikin film, kurdên leheng û berxwedêr û zane nîşan bide, dibe pirsgirêka aramiyê!
Ev biryar tu aliyên wê yên rast tune ne. Lê film bi rengekî ya rengekî din wê riya xwe li her dere bibîne. Her kesê li welat dixwaze film temaşe bike wê bike.
ÎRO FILM, WÊ SIBE JIYANÊ TEV QEDEXE BIKIN
Lê ev biryar ne der barê filmekî de ye. Ev nêzîkatiyeke, ku pêwîst helwesta rewşenbîrên vî bajarî li hember hebe. Ew qas rehet çawa dikarin biryareke wisa bistînin. Rewşenbîr, hunermend, nivîskar û rojnameger pêwîst e ji bo xwe qebûl nekin. Ev wisa bi filmekî du filman dest pê bike, sibe wê jiyan tev qedexe bibe. Dîrok bi mînakên wisa tije ne.
Hêviya me ew e ku aliyên ev biryar dane, bi paş ve gav biavêjin û qedexekirinê rakin. Banga me jî bo xelkê vî bajarê bedew in, ku bajarê me ye jî, xwedî lê derkevin. Qedexekirina hunerê şermeke mezin e. Qedexekirina filmekî Kurdî, Kurdistanî ji xwe ji wê wêdatir e.”
https://www.nuceciwan39.com/ku/2019/12/30/asayisa-silemaniye-re-nade-filme-berxwedana-100-roji-ya-sure-were-nisandan/