NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya nivîskî ya HRE’yê de hate gotin, “Li herêma Efrînê çalakî û operasyonên me yên serketî yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete bênavber dewam dikin.”
HRE’yê diyar kir ku li derdora gundê Basûtê yê Şerayê çalakiyeke sabotajê hate kirin û ragihand, “Di 1’ê Çileyê de saet 13:00 li derdora gundê Basûtê yê navçeya Şera ya Efrînê li dijî çeper û stargehên koma çete ya bi navê Firqet el-Hemzet çalakiya sabotajê hate kirin. Di çalakiya encamgir de 2 çeteyên dagirker ên wê komê hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.”
HRE’yê diyar kir ku dewleta Tirk bombe li gelek gundan barandiye û da xuyakirin, “Balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Şera ya Efrînê geriyan. Her wiha gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarixa û Kela Şewarixa yên navçeya Şerayê bi topan hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê zerara madî li gelê me yê sivîl bû.”