GIRÊ SPÎ – Şêniyên bajêr li ber avahiya şaredariyê li hev kom bû û çalakî kirin. Çalakgeran bi taybetî xwestin ku kujerên sivîlê bi navê Omar Hisên Hecî radestî wan bên kirin û koma çete ya Feylaq El Mecîd a ser bi rejîma Enqereyê ji bajêr bê derxistin.
Roja Çarşemê jî li navçeya Silûkê ya Girê Spî gel li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistibû.