Rastiya Civaka Kurdistanê û Jina Kurd
Ji sala 1993 ‘an heta roja me ya îro Arteşa Azadiya Jinê di mezinbûyîn, firehbûyîn û asta pisportiyê de dikeve sala xweya 20’ mîn. Di destpêka komê de, di damezrandin û mezinbûyîna Tevgera Azadiyê de, yê ku Tevgera Azadiyê kiriye tevgera gel, di rista peşengtiyê de diyarker bûye; Jin’ e û dema mirov li rastiya Tevgera Azadiyê mêze bike jî eşkereye ku tevlîbûyîna jine, Tevgera Azadiyê kiriye rexistinek Jin’ ê. Di Tevgera Azadiyê de, ne tenê Jina Kurd cîhê xwe girtiye, ji netewên cur be cur jinan di Arteşa Jinê de cihê xwe girtine, vê jî hîştiye Arteşbûyîna Jinê pêşketinên di asta jor de jiyan bike û bandoreke giştî çêbike.
Mijara ku bala mirovan dikşîne û meraqê dide avakirin ev e ku; çima tevlîbûyîna Jin di Tevgera Azadiyê de ewqas pir e? Di têkoşîna xilaskirina netewan de, tevlîbûna Jinê piranî gihîştiye astekê. Di pevajoyên Şoreşgerî de rista ku Jinê lîstiye ne gengaze were înkarkirin. Lê Jinên tevlî pêvajoyên Şoreşgerî bûne, wek Jinên Tevgera Azadiyê, bi rexistînî tevnegeriyane. Têkoşînên Şoreşgerî de, hedefên wek xilaskirina gelên bindest daniye pêşiya xwe lê di asta ku tê xastin de giringî nedaye pirsgirêk û rexistinbûyîna Jinê. Pirsgirêka Azadiya Jinê, timî weke projeya piştî pevajoya Şoreşgerî hatiye hîştin. Vê jî hîştiye li ser hedefên guhertinên civakî û sîstematîk bandor bike. Em nikarin vê jî bêjin ku, Azadiya Jinê; bi bingehê Azadiya gel û guhertinên sîstematîk re yekbûnek bi temamî avakiriye û gihîştiye serkeftinên mezin. Ji ber jiyana ku bi keyfxweşiyê re derbas bibe girêdana xwe bi asta Azadiya Jinê re heye; pêwîste destpêkê di civakê de nirxên axlaqî û polîtîk werin serdestkirin, da ku civak bikaribe li derdor nirxên exlaqî û polîtîk jiyana xwe bi keyfxweşî bidomîne. Çawa di serdema Neolîtîkê de ked û avakirina nîzama Jinê bi wekhevî, edalet û aşitiyê re tê nîşandayîn di roja meya îro de jî bi vî rengî tê nasîn û mînakên wê tên dayin. Serdemên piştre, Jin di encama zextên zilamên mêtinger de rista ku di nav civakê de lîstiye winda kiriye. Ji ber wê sedemê jî serdemên pişt Neolîtîkê, êdî weke serdemên newekhevî, bêedaletî û şer tên nasîn. Dema civak hat perçekirin, statuya Jinê jî tenê di asta kole, cinseltî û amûrên reklamê hat dîtin û tûnekirin. Ji wê demê ve Jin koleyê zilam e, ji qedera xwere situyê xwe tewandiye, psîkolojiyê ‘evd’e re jiyana xwe berdawam dike. Şekilgirtina Jinê, di şekilgirtina civakê de weke hucreyên bingehîn rista xwe dileyîze. Ger ev hucre tegihîştin û mezinbûyîna xwe nikaribe pêk bînê, di hucrê de xirabûyin çebê û ji xwezayiya xwe derkeve, li ser civakê giştî bandor dike. Di rastiya roja me ya îro de zêdebûyina desthilatdarî, milîtarîstî, komkûjî û asîmîlasyonê, pekhateyên desthilatdarî dide xûyakirin; her ku biçe wê jirêderketina li ser civakê zêde dibe û hilweşandinekê exlaqî dide jiyankirin. Ji ber ku rastiya Jinê van diyardeyan temsîl dike; civakek ku di nava xwe de Jinê bêbandor bihêle, tunekirina Jinê ji xwere esas bigre û gelên bindest biperçiqîne, ne gengaze ev civak jiyaneke azad, demokratîk û wekhev jiyan bike. Em di gelek tehlîlên pirsgirêkên civakê, azadiyê û hişmendiya pergalê de gihîştine vê encamê ku, înkarkirina Jinê, înkarkirina azadî, wekhevî, heqîqet û edaletê ye.
Ji bo wê jî Tevgera Azadiyê, ji rastiya Jinê bi rê dikeve. Tevgera Azadiyê di serî de ketiye vê ferqê ku; bandorên li ser civakê, netevlîbûna Jinê di xebatekê de ku Jin nikaribe xwe bide îfadekirin, şoreşek bi vî rengî naçe serkeftinê. Tevgera Azadiyê di serî de li ser vê nêrînê tevgeriyaye û heta roja me ya îro hatiye.
Beriya Tevgera Azadiyê civak çawaye û li ser Jina Kurd bandoreke çawa avakiriye?
Civaka Kurd, civakek ketiye dorpêça asimîlasyon û komkujiyê ye. Nasname, ziman û çanda wê tê înkarkirin, di dîrokê de hertim bê statu hatiye hîştin, ji axa dayika xwe hatiye koçberkirin û bi zorê teslimiyetê re rû bi rû hatiye hîştin. Dem, ji bo Kurdan neguhertinên rastiya heyî nîne. Yekemîn; Kurd hertim di nava berxwedanekê de bûne û situ netewandine, ya duyemîn; bi israr hatine tepisandin û înkarkirin. Berxwedaniya li hember înkarê, di Kurdistanê de hertim pevçûn zêde kiriye û şer bilind kiriye. Gelê Kurd; di Mezopotamyê de, di pêşxistina Şaristanî û civakê de rista herî mezin lîstiye. Li beramberî wê mêtîngeran timî Kurd li dervayê dîrokê hîştin û xwestin Kurdan li ser pelên dîrokê reş bikin. Rêbertî, rastiya gel û rastiya gelê Kurd bi hevoka “ser betonkiriye” pir baş bi me dide nasîn. Ji ber vê; bi Tevgera Azadiyê re rastiya gelê Kurd, ji nû ve avabûyîn û vejîna xwe bi ruhê berxwedêran re bi dest xistiye. Pêşeng û rênasa wê vejînê, Tevgera Azadiyê, yê ku jiyana xwe di bin asimîlasyon û komkujiyê de berdevam dike û li dijî wan Şoreşê pêk tîne; di sedsala 20’ an de ji gelê Kurd re riya xwe ji nû de dîtin, li nasnameya xwe xwedî derketin, xwe parastin û çanda xwe jiyan kirinê nîşan daye û rê û ji bo azadiya gelê Kurd pêşengtiyek mezin kiriye.
Gelê Kurd li dijî dagîrkeriyê hertim têkoşîna hebûnê kiriye, ji mêtîngeran re sitû netewandiye, bi dost û cîranên xwe re eynî ax parvekiriye û hertim têkoşîna, gelên Ereb, Fars, Suryan, Ermenî û Tirk re çawa azad û wekhev jiyan bikin, daye. Di erdnîgariya Kurdistanê de, ji sedsala 19’ an heta sedsala 20’ an gelek serhildanên Kurdan çêbûye. Ev serhildanên çebûne, giştî bi destê deshilataran û netew dewletan hatine binxistin. Di serhildanên her çar parçeyên Kurdistanê de, tevlîbûyîna Jinên Kurd ne gengaze were înkarkirin. Jinên Kurd di avakirina nirxên çandî û teşegirtina civakê de rista ku lîstiye, li hemberî politikaya înkar, asîmîlasyon û li hemberî tevahî kiryarên dijmirovî yên dagirkeriyê di dîrokê de seknek birûmet nîşan daye. Di tevlîbûna serhildanan de, erka ku Jina Kurd girtiye bi rastî bal dikşîne. Mînakên herî balkêş Zarîfe û Besê tê dayîn lê bi hezaran mînakên bi wî rengî hene. Di serhildanên Kurdan de ji sedsala 10’ an heya sedsala 20’ an erka herî mezin dikeve ser milê Jinê. Jina Kurd di her cure têkoşîna li dijî dagîrkerî û ferasetên wan ruhê xwe yê berxwedêr parastiye û timî xwe ji nû de şîn kiriye û bi vê sekna xwe dîroka berxwedaniya jinê nivîsandiye.
WÊ BIDOME…..