BURSA – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mezlûm Dînç bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû, hate redkirin.
Ji xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan. Serlêdanan wan jî ji aliyê serdozgeriyê ve jî hate redkirin.
Serlêdan ji aliyê serdozgeriyê bi hinceta ‘sînordarkirina mafê ji bo hikûmxwariyan’ red kirin.