NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî televizyona dewletî ya Iraqê spêdeya Şemiyê li bakurê Bexdayê DYE’yê êrîşeke hewayî bire ser fermandarekî Heşdî Şebî.
Televizyonê nasnameya fermandarê ku bûyî hedefa êrîşê negot. Jêdereke polîsên Iraqî ragihand di encama êrîşê de mirî û birîndar çêBûne lê bîlançoyeke zelal neda.
Beriya vê êrîşê DYE’yê li Bexdayê generalê Îranî Silêmanî û fermandarekî Heşdî Şebî kuştibû.