STENBOL – Çalakiya 5 endamên Grûp Yorûm ên girtî di roja 201’an de didome. Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek yê ji 1’ê Adara 2019’an girtî ye, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê.
Parêzerî wî Huseyîn Bogatekîn got ku “Îbrahîm bi dijwarî dimeşiya. Gelekî kîlo li xwe kêm kiriye, devê wî ziwa dibe û nikare biaxive. Gelekî westiyayî xuya dikir.”
Parêzer Bogatekîn got ku “Heta ku daxwazên wî bi cih neyên wê Gokçe bi paş ve gavan neavêje.”