MÊRDÎN – Li Gundê Şêba Jêr a Dêrika Mêrdînê di 17’ê kanûna 2019’an de şer derketibû. Di şer de 4 Gerîllayên HPG’ê Şehîd bûbûn. Malbata Servet Demîr di 18’ê Kanûnê de cenazeyê kurê xwe li Êlihê defin kirin. Malbata Mustafa Gorenç jî di 19’ê Kanûnê de li Amedê cenazeyê kurê xwe defin kirin. Lê 2 cenazeyên ku nasnameya wan nehat diyar kirin jî piştî 15 rojan li Saziya Tipa Edlî ya Mêrdînê hat rawestandin, li Goristana Bêkesan a Navçeya Artukluyê defin kirin.