NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên ÎHD’ê li Strenbol, Îzmîr û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin û xwestin ku bên berdan.
Endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li Strenbol, Îzmîr û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin û bal kişandin ser rewşa wan û xwestin ku bên berdan. Çalakiya li Stenbolê ku ji aliyê Komisyona Girtîgehan a ÎHD’ê ve hat xwestin li Qada Galatasarayê bê lidarxistin, ji aliyê polisên faşîst ve hat astengkirin. Li ser astengkirinê çalakî li ber Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê hat lidarxistin. Malbata girtiyê bi navê Ûfûk Keskîn û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Beşdarên di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nenexweş Ûfûk Keskîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Îzmîr Alîaga Şakranê girtî ye û daxwaz kirin ku Keskîn bê berdan.
Li Enqereyê jî Înisîyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 278’emîn de li ber Şaxa ÎHD’yê Enqereyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiya nexweş Canan Ûtangaç a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, çalakî li dar xist. Beşdarên çalakiyê daxwaz kirin ku Ûtangaç bê berdan.
Li Îzmîrê jî Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo girtiyê nexweş Sînan Gul ku li Girtîgeha Akhîsarê girtî ye, li ber Sumerbanka Berê çalakî li dar xist. Xizmên girtiyên nexweş û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn û bedama Gul xwestin.