BEXDAT – Piştî ku Fermandarê Hêza Qûdsê ya ser bi Mûxafizên Şoreşê yên Îranê Qasim Silêmanî û berpirsyarê duyemîn ê Haşdî El Şabî Ebû mehdî Muhendîs li paytexta Iraq Bexdayê li nêzî balafirgeha navneteweyî ji aliyê DYE’yê ve hatin kuştin, Iraq di nava agirê DYE û Îranê de maye.
Di daxuyaniya rayedarên Iraqî de hate xwestin, ku Iraq xwe ji şerekî gengaz ê navbera DYE û Îranê vegire.
TÛGAYÊN HÎZBÛLLAHÊ DIBÊJIN KU WÊ IRAQÊ BIKIN NAVENDA ŞER
Ketayîp Hîzbûllah di roja kuştina Silêmanî de daxuyaniyek da û diyar kir, “Ji bo her êrişeke li dijî DYE’yê em amade ne, ji bo vê jî em li benda fermanê ne.”
Berdevkê Ketayîp Hîzbûllahê Mûhammed Mûhî anî ziman, Iraq niha di nava pêvajoyeke nû de ye ji bo derxistina hêzên DYE’yî û got, “Peymana leşkerî ya navbera Iraq û DYE’yê bi dawî bûye, tenê maye DYE ji welêt derkeve.”
Mûhî ragihand ku mafê wan e ew li dijî DYE’yê êrişê bikin û ji bo vê jî amadekariyan dikin.
TÛGAYÊN HÎZBÛLLAHÊ BANG LI HÊZÊN EWLEKARIYÊ KIRIN KU XWE JI BAREGEHÊN DYE’YÊ VEGIRIN
Tûgayên Hîzbûllahê dohd axuyaniyek weşandin û bang li hêzên ewlekariyê yên Iraqê kirin, ku ji roja Yekşemê û pê ve xwe baregehên DYE’yê vegirin.
Ev daxuyaniya Tûgayên Hîzbûllahê heman piştî êrişa bi fuzeyan a nêzî Sefaretxaneya Bilind a DYE’yê ya li Bexdayê û baregeha hewayî ya DYE’yê ya li wîlayeta Salahaddînê hate dayin.
PARLAMENTA IRAQÊ ÎRO LI HEV KOM DIBE
Parlamenta Iraqê jî li ser banga lîderên Şîa îro li hev kom dibe. Di civînê de wê mijara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê bikeve rojevê.
BIRYARA KRÎTÎK A ABDULMEHDÎ KU DIKARE PÊŞÎ LI DAÎŞ’Ê VEKE
Adil Abdulmehdî ku di 29’ê Mijdarê de ji serokwezaretiyê îstifa kir, lê belê ji ber ku ji hingî ve hikumeteke nû nekariye bê avakirin li ser wezîfeyê ye, biryarek wergirt ku Hêzên Koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê ya bi pêşengiya DYE’yê, bêyî destûra Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Hêzên Çekdar ti çalakiyekê nekin.
Ev biryar weke metirsiyeke ji bo pêşîvegirtina li DAÎŞ’ê tê dîtin ku DAÎŞ niha li gelek herêmên Iraqê heye û dem di dem her ku firsendê dibîne êriş dike.
Piştî biryarê NATO’yê karê xwe yê ji bo perwerdekirina artêşa Iraqê rawestand.