STENBOL – Berkîn Elvan ê li Stenbolê di dema berxwedana Gezî de bi fîşeka polîsên dagirker ên Tirk a gazê di temenê zarokatiyê de jiyana xwe ji dest da, di rojbûna xwe ya 21’ê de li Okmeydani li devera ku lê hate qetilkirin hate bîranîn. Çalakiya bîranînê ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Lîseyî ve hate lidarxistin û bi navê Berkîn Elvan û zarokên hatin qetilkirin hemûyan çirûskên daxwazê hatin pêxistin.
DAYIKA ELVAN JI POLÎSAN RE GOT: EZ LI BER WE DIKEVIM
Çalakiya bîranînê di nava dorpêça polîsan de pêk hat. Dayika Elvan Gulsum Elvan û bavê wî Samî Elvan jî tevlî bûn. Dayik Elvan beriya destpêkirina çalakiya bîranînê nerazîbûn nîşanî polîsên dagirker ên Tirk da yên ku dor li bîranînê girtin û got, “Ji vî tiştê ku hûn dikin şerm bikin, ez li ber we dikevim.”
‘JI BO ZAROKÊN HATIN QETILKIRIN HEMÛYAN’
Bi navê Lîseyiyan Nazli Yoyler axivî û got, “Em ji bo hevalê xwe Berkîn edaletê dixwazin. Ji bo dostê xwe Berkîn, ji bo xwişka xwe Ceylan Onkol ji bo zarokên hatin qetilkirin hemûyan em edaletê dixwazin.”