TIRBESPIYÊ – Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, her wiha ferzkirina cezayên disîplînê yên din li dijî wî ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve, îro şêniyên navçeya Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan wê îro meşek li dar xist.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan piştî 8 salan, di 2 û 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Tîrmehê û 7’ê Tebaxa 2019`an de hevdîtin bi muwekîlê xwe re pêk anîn. Di 21’ê Cotmeha 2019`an de hikumeta Tirk cezayên “disîplînê” yên din der heqê Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê de ferz kirin. Parêzeran ragihand ku cezayên hatine ferzkirin ne zelal in û navaroka wan nizanin.
Pêkhateyên Tirbespiyê ji pêşiya avahiya perwerdeyê heta sûka navendî meşiyan. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û pankartên “Azadiya Ocalan, azadiya gelan e” rakirin. Her wiha sloganên banga bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan berz kirin.
Şêniyan her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên herêmê û binpêkirinên wê yên li herêmên ku dagirkirine wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin.
Meş li sûka navendî veguherî mîtingê. Di mîtîngê de yek ji endamên rêveberiya Kongreya Star Amed Silêman wiha axivî: “Bi navê pêkhateyên navçeya Tirbespiyê em siysetên dagirkeriyê ku azadiya gelên herêmê dikin armanc red dikin. Bi taybetî jin û ciwan tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar dikin.”
Amed Silêman tekez kir ku li dijî siyasetên dagirkeriyê ku hewl didin pêkhateyên herêmê lawaz bikin, berxwedana gelê herêmê berdewam e û wiha got: “Rêya tekoşînê, rêya rizgariya gelan e.”
Her wiha Amed bang li hemû saziyên sivîl, rêxistinê hiqûqî û azadîxwazên cîhanê kir ku li dijî dagirkeran piştgiriya gelên herêmê bikin û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bikin.