NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrîşên 3 rojên dawî ragihand.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;
“Artêşa dagirker û komên çete li herêmên Til Temir û Eyn Îsa bi çekên giran û obusan qadên ku sivîl lê ne bi dijwarî topbaran kirin.
TIL TEMIR
Komên çete li gundên Raşidiyê, Bab û derdorê vê herêmê hedef girtin û bi awayek dijwar topbaran kirin.
EYN ÎSA
Artêşa dagirker bi çekên giran, hawan û obusan gundên Um Hiwêş, Kor Hesen, Xirbit Beqar, El Dibis, El-Xaldiyê û xwaringeha Seqir a nêzî gundê Xaldiyê bi dijwarî topbaran kir. Her wiha komên çete hewl dan di bejahî de êriş bibin ser baregehên hêzên artêşa Sûriyê. Di encama êrîş û topbaranê de ziyanên madî gihîşt niştecihên herêmê.
HEWLDANA ÊRÎŞA LI SER HÊZÊN SÎNOR HATE ASTENGKIRIN
Hêzên Erka Xweparastinê hewldaneke êrîşa roketan a şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê li herêma Dêra Zorê vala derxistin. Êrîşa çeteyên ku amadekarî dikirin bi hejmarek zêde roket û mayin êrîşek mezin bibin ser baregeh û çeperên Erka Xweparastinê û hêzên sînor ên li Dêrezorê, bi saya operasyonek taybet a Hêzên Erka Xweparastinê hate astengkirin. Di encama operasyonê de hejmarek zêde roket û cûreyên din ên teqemenî bi dest ketin.”