BEHDÎNAN – Gerîllayên YJA-Star derbarê sala nû û komkujiya li Parîs ku li dijî sê şoreşgerên jin di sala 2013’an 9’ê Çileyê de pêk hatibû ji ajansa me re nirxandin.
“SALA 2020 WÊ TÊKOŞÎNA ME BÊ ASTA HERÎ BILIND A SERFIRAZIYÊ”
Gerîllaya YJA-Star Nuda Delal Amed da diyar kirin ku wê têkoşîna azadiyê di sala 2020’an bê asta herî bilind a serfiraziyê û wiha berdewam kir: “Me sala 2020’an bi amadekariyên mezin re destpê kiriye. Ji bo sala 2020’an bibe sala serfiraziyê kedek mezin û amadekariyên befireh hatine kirin. Taybet di demên dawî Gerîlla bi taktîk û tarzên nû çaw aderbên giran li dijmin xistiye li ber çavane. Ruxmê ewqas teknîka dijmin gerîlla bi tarzê xwe yê encam girtî dijmin tengav kiriye, ev tarz wê di sala nû hin bêtir bê pêşxistin. Bi perspektîfa ku Rêber APO dide gelan em hatine astek hin xurttir. Pêwiste em bizane ku yê vê belav bikin jin û ciwan in. Di vî warî de erk û berpirsyartiya mezin dikeve ser milê jin û ciwanan. Pêwiste di sala nû jî jin û ciwan bi awayekî xurt bi rola xwe ya pêşengtiyê ve rabibe. Di çeperên şer, li qada civakî dikarin li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî pratîkên encam girtî bidest bixin. Em jî wek gerîllayên Kurdistanê em ê heta dawî bi erka xwe ya parastina civakê re rabibin. Disa di sala nû bi hêza xwe ya cewherî em ê Rêbertiya xwe û Kurdistanê azad bikin û pêşerojek azad ji bo zarokên Kurdan ava bikin.
“HEVAL SARA XETA ME YE”
Gerîllaya YJA-Star Nuda Delal Amed di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser komkujiya Parîsê ku dikeve 7’emîn salvegera xwe û wiha got: “Wekî tê zanîn heval Sara ji bo me xet e. Heval Sara temsilyeta jina azad dike. Ev komkujî berdewamiya komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê ye ku li dijî Rêbertiya me pêk hatibû. Niha jî li Rojavayê Kurdistanê ev komplo tê berdewam kirin. 9’ê Çileyê ji bo têkoşîna jina azad roja bilindkirina têkoşînê yê. Çawa piştî şahadeta heval Haki paritya me PKK berbi partîbûnê ve çû, bi şahadeta heval Sara em soza bilindkirina Têkoşîna Azadiya Jinê didin.”
“DI SALA NÛ PÊWISTE CIWAN BERÊ XWE BIDIN REFÊN GERÎLLA”
Gerîllaya YJA-Star Berfrin Rêbaz da diyar kirin ku sala 2020’an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û wiha got: “Destpêkê ez sala nû li Rêber APO, malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz pîroz dikin. Di sala derbasbûyî têkoşînek mezin hate dayin. Li her car hêlên Kurdistanê berxwedanek mezin hate nîşandan. Li ser vî esasî em dikevin sala 2020’an. Gelê Kurd îro li dijî faşîzmê û dagirkeriyê li her car helên Kurdistanê di nava berxwedanekê de ye. Erka mezin di nava wan berxwedanana dikeve ser milê jin û ciwanan. Û qada ku lê dikarin herî baş vê bimeşînin qadên gerîlla ye. Li ser vî esasî ez bang li hemû jin û ciwanan dikim ku tevlî refên gerîlla bibin.
Andok ÖZGÜR/Faraşin SİDAR