MÊRDÎN – Derdora gundê Marînê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi wesayitên zirxî yên leşkerî hate pêçandin. Leşkeran yek bi yek li nava malên gund geriyan û hin kes binçav kirin.
Keyayê gund Haşo Dînç, Mahmût Başak, Suleyman Genç, Mehmet Başak û Diljin Dînç çend ji kesên destgîrkirî ne.