NAVENDA NÛÇEYAN – Bi şîdeta 4.3 li bajarê Kirmaşan û Qesra Şirîn erdhej pêk hat. Herwiha li Başûrê Kurdistanê jî hate hîzkirin.
Bi şîdeta 4.3 li bajarê Kirmaşan û Qesra Şirîn erdhej pêk hat. Di saet 13.52’an de welatiyên Silêmanî, Helebce û Hewlêrê erdhej hîzkirin.
Li gorî agahiyên ji Rêveberiya Hewanasî û Erdhejan a Silêmaniyê hatiye girtin, navenda erhjemê bajarên Kirmaşan û Qesra Şirîn ên Rojhilatê Kurdistanê bû. Erdhej bi şîdeta 4.3 bi kûrahiya 10 kîlometreyan pêk hatiye.