NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser jîngehên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber dewam dike. QSD’ê ragihand ku êrîş hatin şikandin û 7 çete hatin kuştin.
QSD’Ê ev agahî da:
“TIL TEMIR
Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve di 6’ê Çileyê de li gundên Til Mihemed û Ing el-Hewa bi hawan û obusan êrîş lidar xistin.
Di dîroka 7’ê mehê de komên Çete bi çekên giran, tank û obusan êrîşek giran birin ser gundê Til Mihemed û ser çeperên hêza Meclîsa Leşkerî a Suryanî ya li wê qadê. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bersiva êrîşan dan û di encam de şer derket.
Di dîroka 8’ê Çileyê de komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve li herêma gundên Menax û Feysaliyê xwestin êrîş bibin ser çeperên şervanan û herêmên sîvîl. Şervanên Meclîsa Leşkerî a Suryanî bersiva êrîşan dan. Di encama şerê demkurt de li vê herêmê bi qasî ku hat zelalkirin 3 çete hatin kuştin.
GIRÊ SPÎ
Artêşa dagirker gundên Hoşan, Xirbit Kerem, Erîdiyê, Gundê Elo, Qiz Alî, Xirbet Faris, Dibis, Ûm el-Beramîl bi çekên giran bi dijwarî topbaran kir. Her wiha komên çete bi çekên giran herêmên sîvîl û rêya M4 a navdewletî jî hedef kirin û bi dijwarî topbaran kirin. Di encama êrîşan de ziyanên madî gihîştin milk û zeviyên welatiyên sîvîl. Di dîroka 8’ê Çileyê de komên çete hewl dan ji gelek milan ve êrîş bibin ser gundê Dibis û dagir bikin. Şervanên QSD’ê û YPJ’ê bersiva van êrîşan dan û di encam de li vir 4 çete hatin kuştin, êrîş hat şikandin.”