MEREŞ – Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn.
Şehîd Rojbin (Fîdan Dogan) a li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Gundê Hançiplak a bajaroka Bariş a navçeya Nûrhak a Mereşê hat bîranîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP’ê yên navçe û bajarên Dîlokê, Rihayê, Semsûrê û Mereşê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.
Polîsên dagirker berî bîranînên, goristan bi maşiyên zirxî dorpêç kirin û welatiyên bi navê Îbrahîm Ûsta û Ahmet Taş ên pankarta wêneyên 3 siyasetdarên jin li ser hilgirtin, binçavkirin. Bajaran a HDP’î li ser gora Fîdan Dogan axivî û got: “7 sal bi ser komkujiyê re derbas bû. Lê heya niha tu gav nehatiye avêtin. Piştî mirina Omer Guney jî dosyeya dozê hat girtin.”
‘ÊŞA ME HÎNA PIR ZINDIYE’
Başaran, anî ziman ku bi vê komkujiyê xwestin ku têkoşîna jinên kurd tune bikin û wiha axivî: “Ev êş hîna jî pir nû ye. Têkoşîna 3 jinên kurd li ser avakirina aştî, wekhevî û jiyaneke azad bû. Em ê vê têkoşînê hin mezintir bikin û em ê tu carî bes nekin. Girseyê piştî axaftina Başaran, qûrnefîl danîn ser gora Dogan.
Başaran û kesên pê re dûre çûn serdana malbata Elîf Kisa.