NAVENDA NÛÇEYAN
Li hemberî zilm û zoriya dijmin êdî tehemûla yek hevalî nemabû. Li hemberî xirabiyên dijmin dikirin vîjdana yek ji me jî bêdengî nedipejirand. Heval Cûdî jî yek ji wan hevalan bû ku li dijî dijmin bi kîn û hêrsek mezin şer dikir û derdorê xwe jî bi vê tevlîbûna xwe vedixwend berxwedanê. Dema em derbasî Serêkaniyê bûn vê carê heval Cûdî bi me re nebû. Heval Cûdî nexweş ketibû. Ji ber vê jî heya demekê çûbû mala xwe. Lê çawa heval Cûdî dibihîse hevalên Tabûra Şehîd Salih jî tevlî şer bûne bi vê halê xwe yê nexweş dixwaze bê tevlî şer bibe. Li ser vê esasê heval Cûdî çek û rextê xwe li xwe dipêçe û bi rê dikeve. Lê cada heval Cûdî tê de derbas bibe ji aliyê çeperên çeteyan ve tê xuya kirin. Çawa heval Cûdî derbas dibe dijmin wî ferq dike û suîkast dike.
Nêzî 10 rojan bû em li bendê bûn kêliyekê jî be şer bisekine û em kêmekî bêhna xwe vedin. Ev nêzî 2 saetan bû şer sekinî bû. Ev rewş ji bo me firsenda bêhnvedanê bû û em hemû heval kêfxweş bûn. Lê bi dengê dayika heval Cûdî û dengên mermiyan cardin pevçûna giran di navbera me û hêzên çete de destpê kir û gur bû.
Çawa heval Cûdî ji malê derdikeve dayika wî bi telefonê xeber da me. Dilê dayika heval Cûdî qet nerehet bû. ji hevalan re dibêje: “kurê min hîna nesaxe û baş nebûye. Ev çend roj bûn min bi zorî ew radiwestand ji bo neyê eniyê. Lê di dawiyê de xwe negirt. Çek û rextê xwe higirtin û dixwaze bê cem we. Heval rewşa wî zêde nebaşe û bi zorî dimeşe. Xwe bigihîninê heya bi dijmin re neketiye pevçûnê û wî biparêzin.” Bi vê xebera dayika Şehîd Cûdî re me xwe amade kir ku xwe bigihîjînin heval Cûdî. Lê di nabera me û ciyê heval Cûdî lê jî dijmin hebû. Em mecbûr bûn wan ciyan jî ji dijmin xilas bikin û wisa biçin cem heval Cûdî.
Me wisa pilan dikir ku piştî em bêhna xe vedin em ê wan ciyan ji dijmin paqij bikin. Lê bi xebera dayika heval Cûdî dayî me û gotina wê a digot: “kurê min biparêzin!” em mecbûr ketin tevgerê û pevçûn giran bû. çawa dijmin heval Cûdî ferq dike gulan lê direşinî lê heval Cûdî difilite û tiştek pê nayê. Li wir di navberê heval Cûdî û komên çete de demek dirêj pevçûn diqewime. Ji ber cebilxana heval Cûdî kême heval Cûdî zêde nikare mermiyan bavêje û diwaze her guleya bavêje îsabet bike. Li wir heval Cûdî bi saetan bi dijmin re şer dike. Lê di dawiyê de dijmin dema nikare wî şehîd bixîne sekwanên xwe dixe dewrê û heval Cûdî şehîd dixînin.
Dijmin li dijî berxwedana heval Cûdî pir aciz bibû û emir dabû çeteyan ku cenazê wî rakin. Em jî nêzî ciyê şehadeta heval Cûdî dibûn. Me hewil dida cenaze bigrin, dijmin dixwest cenaze bigre. Di navbera me de pevçûn dewam dikir. Herî dawî çeper bi çeper me bi dijmin re şer kir û em gihîştin ciyê heval Cûdî lê şehîd ketiye. Dema em gihîştin heval Cûdî heval Cûdî şehîd ketibû. Me cenazê heval Cûdî rakir û li ciyê şehadeta wî çeper danîn. Êdî sinorê di navbera me û dijmin de ciyê heval Cûdî lê şehîd ketibû bû.
Heval Cûdî bi fedakariya xwe dihat nas kirin. Pir ji dil û paqij kar dikir. Tevî ku ewqas di çeperên şer de mabû jî tu carî behsa westandin û bêxewiyê nedikir. Çi kar hebaya dibeziya wî karî. Çi zehmetî heba heval Cûdî li wir bû. bi van taybetmendiyên xwe re heval Cûdî div î warî de timî ji bo me mînak bû. me heval Cûdî bi van taybetmendiyên wî re nas kiribû û me jê hez kiribû. Ji ber vê jî dema me bihîst heval Cûdî di tengasiyê de ye em hemû heval bezîn ku heval Cûdî xilas bikin. Lê mixabin heya em gihîştin heval Cûdî; heval Cûdî jî weke gelek hevalên me bibû stêrkekê li ezmanên Serêkaniyê.
Di vê pevçûnê de hinek heval jî birîndar bibûn. Dijmin xwest li wir me bixe çemberê. Îja ji bo em nekevin çembere û brîndarên xwe ji ciy pevçûnê derxin me bi dijmin re şer dikir. Dijmin pêhesiya bû ku birîndarên me hene. Ji ber vê jî dixwest hevalên birndar jî li wir şehîd bikevin û moralê me bixîne.
XEMGÎN TIL TEMIR (ZIRGAN)