Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
Me hûn tev li şoreşê, tev li karê welatparêziyê kirin, lakîn hûn jî pir ne hazirin, qûweta we jî keme. Zanebûna Kurd, fikara Kurd zeyife. Hezar derd û mûşkuleyên we hene. Ê dor we, ê cînarên we, ê aîla we, a malbata we… Hûn nikarin xweş serê xwe rakin. Ez baş dizanim kû derdê çend zarokan mîrov dêhn dike, ên we jî bi sedan li dora wene. Mejiyê kê li ser meseleyên mezine? Tuneye. Xebera ke di çihde li ser meseleya mezine? Tune.
Rojê her însanekî me hezar carî li xwe dixe, xwe dixe, xwe xera dike, dişeitîne. Ez li ser peyatiya Kurd disekinim, li ser egîdiya Kurd, li ser malbat û mîroviya Kurd disekinim. Min cewhera wê pir ronahî kir. Ne wihebaya me nikarîbû ev însan çêbikirana û bimeşandana. Tu xwe bade, tu xwe paşde bixe, tû xwe daxe mirine. Tu mecbûrê çare û hal deyne. Sal diçe, lê bi çi awahî diçe. Li tarîxê binêrin, Tirk di pir salande zeyif bûn, çiqas serhildanên Kurd çêdibûn, di çend mehande tev dihîlanîn. Li hember vî dijminî nikarin nefesê bikişînin. Me çi kir? Bi tenê serê xwe ji tunebûnê me heta vir anî. Mîrov hay ji xwe hebe. Me pir tişt îspat kirin, li ser serkeftine, li ser çaresariyê. Ji bo Kurdan ji vê baştir çênedibû, eger Kurdayetî mabe, têde tiştek hebe ya ku be çêkirin ev bû. Me tiştên bi qiymet jê re çekirine, ne? Lê nikarin jê fêyde bibînin. Ên bi sala şer dikin dîsa tiştên me dane peşiyê nikarin baş bişûxulînin. Çekên me daye dest, nizanin pê şer bikin. Heta kesî tu sîlah nedane û sîlahê dane jî ji bo pê lixwexe dane dest, pê wî di dehfîne dijmin, di xismeta dijminde sîlahan diavêje. Wê çi qiymeta xwe hebe?
Em li ser me kirine bele. Em li hember me bi xwe kirine sîlahek. Bi me li me dixe. Xiyaneta mezin ev tişt baş îspat kir. We di telewizyonande her roj dibînîn, ketibûn peşya leşkerên Tirka, wekê kere barê wana radikin, ji wana re nan tînin, dikevin şikeftan, tûra jê re redikin, bê şerefno. Ku dunya bibe ya wana, bêrîka wana tijê dolar be çi qiymeta xwe heye. Yekî ewqas di xizmeta dijminê xwekeve. Ez nizanim vana bi çi hawî xwe însan dihesibîni, di mala xwede, li hember pîreka xwe zarokên xwe, nizanim vana bi çi hawî nan dixwin, bi çi hawî ruyê xwe radikin, tabîî mîrov şaş dibe. We xiyanetî dît, xerabî dît.
Acizbûna min ne ji bo dijmin bû, li ser kêmasiyên hevalan, ên van xayinên me û Kurdayetiya bê çare, ên xwe bi destên xwe xerab kirine. Di jiyana xwede tiştê ez tewra mezin dihesibînim, mîrov li hember dijminê xwe negirî, li hember dijminê xwe xwe bê çare neke. Ev nuqteke muhîme, ji bîr nekin ku hûn digirîn. Kurd bê çarene. Ev hezar salin dixwazin egîdiyek derkeve me xwest em temsil bikin, me binek tişt kirin jî. Xiyanetiye fêhm kir ku egîdiyek derdikeve û mirina wî ye, ji bo vê ji dijmin behtir xwestin me hilînin. Dizanin kû di bin hûkme dijminde ji wana re jîyan heye, jê di egîdiyê Kurdde ji wanare mirine.
Dijmin negot ku ji mere ewqas xizmet bike, vana ji xwesteka dijmin bêhtir hatin ser me. Ne ku em bêjin ji ber menfeata Başûre, ya Kurdistanêye, na. Hinek xayin têde hene, di xebatiya egîdiyêde, di ya serxwebûn û azadiyêde mirina xwe dibînin, ji bo vê ji bo jiyana xwe ya şexsî ji dest nere hatin ser me û millet jî bi xapandindan. Pir pêşmerge bi xapandindan. Pir însanên durust xapandin, çima? Pereyên xwe hene. Çima? Dijmin quwetê didyê. Berê jî wiha bû, ne niha tenê. Pişti hezar salan.
Hûn van meseleyan baş dizanin, ez naxwazim van tiştan pir kûr vekim, lê niha bêhtir li ser cewhera Kurd disekinim. Çima ewqas ketiye, bi çi hawî katiye, her roj dikeve, vê nes bikin, bêhtir jî gav bi gav rabûn biçi hawî çêdibe, em niha li ser vê disekinin. Me tiştek fêhm kir ku ev tişt ne bi silahan, ne bi pereyan hal dibe. Ku tû xwe nekê silaha mezin, însanek bixwe xwe nekê bombeyekê mezin, dunya were alîkariya wî bike, dısa nikare rabe. Me bixwe xwe kuştiye. Me bixwe xwe li hember xwe kiriye dijmine mezin. Ji bo vê ez li ser însanê Kurd pir disekinim. Dîsa Kurdin, em bisekinin nabe. Em kar nekin nabe. Em bi kûrahî bi ser meseleyêde dinerin, ew ketinên mezin dikin, lê dîsa jî mîrov baweriyê qût neke zêde kar bike. Em ji millet dûrin, li ser qedera millet wiha mezin em kar dikin pêşveçûna we nizanim biçi hawiye, çiqwase? Hûn çiqwasî xwe çêdikin? Tesîra siyaseta partiyê heye, lê ne xurte. Bi xwe jî hûn çiqwasî xwe çêdikin, hûn nikarin. Ez ji dijmin bêhtir ji însanên Kurd ditirsim, çima? Xwe mahf kiriye. Ev salên çûne her salek di tarîxêde çibûn, çi çêkirin? Me pir tişt gotin, me kir û gihande we jî, hûn çiqwas li ser sekinin, dîsa nizanim. Me xebata xwe roj bi roj vekiribû, safî dabû, nikarîbûn jê tam fêde bikrana. Kurdin, min got ku di aliyê fikarêde pir zeyifin, ruhê xwe yê li ser qedera xwe pir nemaye. Ji siyaseta ji bo xwe dûre. Bê çareye, ji bo vê nikarîbûn van salên çûyî xwe bi ser din, van salan xurt bikin. Dîsa jî pir tişt hatin girtin, niha jî tesîr xurte, bes wekê ez dixwazim jê pir dûrin.
Dijmin vê dizane, ji bo vê niha pir li ser vê nuqteyê disekine, dixwaze dîsa bitirsîne, wekê berê bike. Her roj çavan ditirsîne, şerê xas dimeşîne, ên xwe xurt necivandine, xwe tanzim nekirine, dixwaze hilîne. Niha roj bi roj kare dijmin eve. Dunyê dixapîne wiha dike. Çend dolaran dide xayinên me û wiha dike. Me pir xwest ku em millet hişyar bikin, dijminê we wiha dike, hay jî xwe hebin, hûn jî tiştna bikin, min pir got. Hûn baş dizanin, bi nivîsandin gihiştin we, bi qaset gihiştin we. Belê, millet hinek tişt kirin, lê ne bese, min got ya dijmin bi şerê xas dixwaze her tiştê bûye jî hilîne.
Karê min eve, ev tiştên ez dibêjîm min berê pir kûr vekirine. Li cem me çi heye, çi tuneye hûn dizanin, lê meseleyên we yên şexsî, yen malbatî cine, ne mumkune ku mîrov teva bielime û ne lazime jî. Le guhertin heye, xurt tê dîtin, pir tişt ne wekê berêye, dîsa jî ji riyana dibin destê dijminde baştire. Mîrov bimre, di reka doza xwe de hîn baştîre. Bi ser keve jî bi ser nekeve jî a muhîm ji jiyana bê namûsiyê baştire. Wiha ev dikeve nava millete Kurd. Êdî dikare namusa xwe hebekî pak bike. Nizanim, hûn ji me çi dixwazin? Ew dostên berê, yên nuh li pêşya wana çi mesele hene? Ev kar ne yê bavê mine, karê we tevdaye. Çiqwas pêrene, ne pêrene, çi dikarin bikin, çi nikarin bikin, zor çiye, zahmeti çiye û bêhtir çi dixwazin?
Min hesabên vê gelekî daye, em hesaban dixwazin û didin jî. Hûn isûlê dizanin, ne wekê yen dine, serokiya ez çedikim û dîmeşînim, ferqî heye. Gelekan jî hîn nas nekiriye, ne dostan, ne dijmin. Jî hîn em tam nas nekirine. Heta niha tiştên me aniye, ez dîsa çêdikim. Ne wihabe, tabîî ne mumkune, ku mîrov li gor kêfa însanê me hereket bike, îmkan tune tu qasî serê derziyê kar biserxe. İsûla Kurda ya rast eva me çekiriye. Ne wiha, be îmkan tune, ji xwe Kurd çibûn, Kurd murd tev çibûn.
Ê min berde, dijminatiya min bikin jî ne tişteke. Ez karê xwe bi dijmin jî meşandin didim. Bi dijmin, me hukûmeta Başûr jî çekir. Ew hukûmeta çêbûye me bi destê dijmin çêkir. Ez karê xwe ji sedî nod bi destê dijmin dimeşînim. Yanî Serokî dikare karê xwe bimeşîne û dimeşîne, le bi çi hawî? Dibêje, “Ew Serokê mine.” Nikare li ser qedera xwe rast bisekine mejiye xwe, ruhê xwe bi yekke, ji hev hez bikin, hevdû baş bikin, xurt bikin. Ev tiştan muhîmin. Di nava Kurdan de berê pir ferdiyet hebû, cîran ji cîrên, bira ji bira hez nedikir, tim dixwazin hevdû biçûk bikin, hevdû reş bikin. Ruhê kevin eve, ne ruhê kevin, ruhê dijmine. Vaya ne ruhê kevne jî, ruhê kavin baş bû, ev ruhê ku dijmin bi bermexistiye. Ruhê ku dijmin bi bermexistiye, bi çi hawî bi paşde dihere? Gelo me ruhê dijmin tam ji nava xwe derxist, dernexist? Ev muhîme.
Ziman wexta dibêje, wexta emel çêdibe ji bo dijmine. Niha ev tişt radibin, ranabin? Ev muhîme. Ê muhîm hinek tişt çêdibin, lê wekî din nizanim mîrov ji bo Kurdan çi bike? Milletekê tiştekî wî ne xuyaniye, milletekê ling li hêleke, dev li helekêye. Yanî her yek li helekêeye. Parçe parçe bûye. Serê mîrov pir meşxûl dike. Me xwest em Kongreya Netewî çêbikin, ji bo yekitiyekê, ji bo ku milletê Kurd xwe bi destekke, xwe bi çavekke. Zahmet çêdibe. Mîrov çiqwasî di tengasiyandebe, ku xwe neavêje erdê, dikare çareyê bibîne. Yekî ku serê xwe neke beleyan, nikare xwe bi rastiyê gihîne jî. Muşkuleyên tên serê mîrov, hal û çareyan jî datîne pêşîya mîrov. Ji bo ve hûn ji berê bêhtir dikarin pir tiştan bibinin û xwe bi çarekin jî. Mîrov xwe bi xwe pêşde bibe. Riya me bi ber we xistiye, îmkanên me dane we ne hindikin. Her roj hûn li cem hevin, dayin û sitendinên we bi hevre hene, vê bi quwet kin. Berê ji fitne û fesadiyê bêhtir tiştek di nava millet de tunebû. Hemû li ser tiştên fasafîso deng dikirin.
Niha li ser meseleyên mezin bisekinin, bi roj û şev. Nuhbûn eve. Dijmin ji xwe dûr xistin eve. Dibêjin em xwediye malanin. Dema mîrov xwediyê malanbe, lazime bi her awahî dijmin ji mala xwe dûrxe. Ev jî bi çi çêdibe? Min got ku mala Kurd tar û mar bûye, hay jê tuneye, dibêje mal mala min e, namûsa mine. Halbûkî te perîşan kiriye, pergal belav kiriye, te hay ji xwe tuneye.
Ji bo vê mîrov niha dikare derdê xwe baş fêhm bikraya û we dikarîbû xurt bicivana, îşaretên me dabûn we dîsa besbûn. Tabîî min jî bi salan xebat kir, min xwe jê dûr xist. Niha ez li karê serokiye dinêrim ku ne ahdeka mezinbûya, ne îddîayeka mezinbûya mîrov nikare rojekê tehammul bike. Tabîî serokiyên xwe bixapînin, ên pê bileyizin, ew tiştekî dine. Li ser xetêbe û ne serkeftinbe, ji tere mirin be tê xwe çawa bikê? Hevalên me cesaret nakin, rêka em têde emê bi çi hawî bi serxin? Mirinê qebûl dike, nikare li ser xisûsiyetên serkeftine bisekinin. Ê we jî wihaye, hûn nikarin li ser qedera xwe bisekinin. Wexta hûn tiştna dizanin jî hûn nikarin li ser xwe bi yekkin. Belê, di van salande çêbûn, temam niha Kurd bi ziman xurt dibin, civakên wan çêdibin, ev ne xerabe, lê ku tu hişyariyê neke, bi destên çend xeraban dibe xizmeta dijmin.
Berê digotin, eme heyfa xwe hilînin, dijminê me heye, em wiha bikin… Dikin jî, eşîret li hember hev dikin, pir şer jî dikirin. Vaye dijminê te li hember teye, de rabe bi rastî bi serde here, heyfa xwe hilîne, dibêje ez nikarim herim. Egîdiya ku li hember hev dikin, li hember dijmin bikrana, niha me deh Kurdistan çêkiribana. Me got, eman wekê berê li hev nexin, ev leyistoka dijmine, bi zorê me hûn jê dur xistin. Mestere, dijmin fêhm kir ku karê me ne karê berêye, karê me ne wekê karê ehmeqiya berêye. Dereng fêhm kir, lê min got ku wexta em karê xwe dikin, têde egîdî, serkeftin, çare heye. Belê emê ji vê şunde jî hîn xurt bikin. Em bi xwe bawerin û haziriyên me jî ji xwe herdem hene. Divê herkes jî hay ji xwe hebe, haziriyên xwe bike. Ahdeke min heye, qirareke (biryareke) min heye, ya serkeftin ya mirine. An mîrov li ser vî erdî jiyaneke bi şeref bimeşîne, yan di bin erdêkeve. Wekî din jiyan herame, ev ahda mine. Jiyana xwe li gorî vê bipîvin. Ez ji tevan re heşkere dibêjîm, ev sala tê belkî bi hezaran jî bikevin. Ez ji bo xayinan jî dibêjim, ji bo ewên bi her dereceyi peyatiyê ji dijminre dikinre dibêjim, ev dema şere, tiştin wê çêbibin, ji bo ku mîrov li ber lingan telef nebe, cihê xwe, mewziyên xwe mîrov bigre. Berê jî, herdem min digot, serê salê min got, sal tê, sal çi dike ber mîrov? Bi aqilê zarokî hareket kirin, pir ne di cihde çûn. Dîsa jî ez dibêjim ku sala tê wê şer bêhtir xurt bibe. Li hember mîrov dijmin çiqwasî xurt be, divê şerê mîrov jî ewqas xurt be. Ez namûsê jî wiha dihesibînim. Te bi dijminê xwere çiqwas şer kir tu ewqas bi namûsê. Ev bîst salin ez bê nefes herêket dikim, ji bo em derbena li dijmînxin. Ev jiyana mine, namûsa min jî wihaye. Tîştên din ez namûs nahesibînim. Heta ku ez heyfa xwe xurt hilneynim, nikarim bêjim ez rehetim, wiha bi halim. Min jiyana xwe wiha çêkiriye. Ev tiştên min çêkirine jî ji bo destpêkekêye, ne tiştê temame. Hevalên me hinek pir xerab derdikevin, zû dimirin. Ne wihabaya, min her yek kiribû bombeya atomê, Nizanin xwe di cihde biteqînin. Ku wekê me gotiye xwe biteqandinaya, her yekî wê zêdeyî hezar dijminî bişewitandaya. Hîn jî em li ser vê disekinin. Însanê Kurd bi bombekin. Tabîî ev sinetê (sanaat) Serokiyêye, ku ne wihabe jî -ez tim dibêjim- jiyan herame. Ewqas haqaretê bike, bi ewqas zulmê bi ser tede were, welatê te xerabe bike û tû bêje ez peya me, wihame, xwedî malim nabe. Ez ji bo vê dibêjim di Kurdistanê’de kes nikare bêje ez xwedî malim, hetta xwedî aîle me. Zanin ku hesîrin, li ser hêsîran tê çiqwasî, bi çi hawî xwe peya bihesibîne? Tu hêsîrê, çi yê teye? Tiştek ne yê teye.
Tabîî dibêjin ku ez di destpêkêde hişyar bûm. Wexta yên xwe peya dihesibandin, min digot ne mumkune ku ez xwe peya bihesibînim. Min li dora xwe dinêrî, min digot ev wekê pîrekane. Ji zarokî ve tê bîra min, min xwe wiha dipîvand, Min nêrî ku tiştek ne di destê medeye. Tabîî însanên teng, însanên wiha hay ji dunyê tuneye dibêjin, ez bûme xwedî erd, xwedî mal, xwedî zaro, nizanim xwedî çik… Rojekê li hember leşkerekî dijmin, dinere kî tuneye. Hûn baş dizanin, hinek li cem we hene mezinin, axene, hetta zengînin jî, li hember mûvebaratekî wekê zarokekîne.
Di virde jî ez peya me, li ser xwe ma. Leşkerek bang liteke, li hember cendermeyekî Tirkan axeyê me yên tewra mezin wekê pîrekekêne. Ji bo vê ez dibejim tê liku xwe peya bihesibîne? Lê bê çare bûn, tiştek ji dest wana nedihat, pê simbêl berdidan, li ser pîrekan xwe peya dihesibandin. Ev cesareta min qet tunebû. Bi rastî ev cesaret bi minre tunebû ku ez bêjim, ez bûme peya. Ma ne eybe? Wexta ez wiha dibêjim, eybe? Heval textor ne eybe? Ez rastiyê dibêjim, ne? Yanî wexta Serokê we wiha dibêje, nebêjin Serok xwe wekê pîrekan dihesibîne. Ez halê xwe nas dikim, lê xwe diparêzim. Mesele ne ezim, ez di Kurdistanê’de ji tevan xurttirim, bes mesele millete. Min xwe mezin kiriye, pir bi pere kiriye, pir bi giymet kiriye, lê milletê te, welatê te di bin lingên dijminde pelixiye, tu qiymeta te tuneye. Yekî şerefa însên binase, girêdayiye tu çiqwas bi welatreye, yan jî rabûna te çiqwas rabûna welate. Serkeftina te çiqwas a gele û çebûna te, hebûna te çiqwas a gele, ya millete teye? Wê çaxê tû dikarê bêje ez heme, Kurd hene. Min jêre xwe çi kir? Min got ku ez heme, millet heye, ez heme, Kurdistan heye. Tabîî ev nuqteke muhîme. Me ev îspat kir, kî biminre kar bike, kî biminre bimeşe û ez bi xwe jî ku hebim, Kurdistan heye, ez heme, Kurd heje. Berxwedana min a li hember dijmin, derketina ji xerabiyê ji ne mîroviyê wiha dibe. Bila kes nebêje ez jî peyame, ez jî egîdim. Ma egîdî wiha dibe? Ez ne zarokim, ez ji bo we jî, tu îxtiyarî, tu nizam çîkî… Ez ji tevanre vî tiştî dibêjim. Di vîrde însên nas dikim û dema ez qiymetê dimi însên jî li ser vê rastiyêye. Berê jî min digot, xwe nexapînin, dora xwe nexapînin. Ez ne tu caran xwe mezin dikim û ne jî xwe dadixim, ez li ser rastiyême. Bi tenê xwe min xwe heta vir anî, hîn jî ez karê xwe li ser vê rastiye dikim.
Gêj dîbûm, berê dihatim nava millet dehn dibûm ku vê piyana wiha bi çi hawî qabûl dikin, ji bo vê min xwe dûr xist. Niha millet ewqas biminreye, lê ez pir xwe ji tengahî û ketina millet dur dixim. Ku ez jî xwe wiha bikim tiştek di minde namîne. Ku xwe bi ber bayê milletxim yanî bi ber tengahiyên wana, kêmasiyên wanaxim, hetta irf û adet tev ên dijminin, nikarim nefese bikişînim, ezê dehn bibim. Dijminê te ne hindike. Ku yek li zarokên wexe, yek xeberêke bi ser wede berde, hûn ewqasî teng dibin, pekî ewqas hezar sal, ewqas milyon însan her roj bi her awahî, bi her wasiteyê lêxin, bikujin, ji pîrekê xerabtir bikin, tê bi çi awahî tehammul bikê? Ku tu serokêkî rastbe, peyayekî egîdbe, tê bi çi awahî qebûl bike? Ku tu qebûl bike, tê li ku bêje ez welatparezim, ez xwedî milletim. Ku tû bêje, tê bi çi awahî, bi çi zimanî, bi çi quwetê bêje? Ev tişt bi ziman nabe ku incax xwe bixapînin, lê bi xapandînê jî mîrov nikare xwe bi peyake.
Hin tişt min hezar caran tekrar kirin, min got ave wihaye. Însanê Kurde, wekê haşhaşê vexwe, ev hezar salin hinek tişt elimine, xwe jê dur naxînin. Ez dibêjim wiha dibe, ew dibêje weha dibe. Ji destpêke heta niha min got, got, got. Niha dibêje ha, wiha ye. Vê neqlê jî dibêje ez pê nikarim. Niha jî ez dibêjîm, tê pê bikaribe.
Kes talîp nebû, ev doz dozeke wihaye. Bi salan ji min re jî digotin tu ahmaqe, ji me dûr diketin, tû alîkarî çê nedibû. Mesele ne ehmaqî, ne neahmeqîye, min got ku şerefa însên heye, min nexwest ku ez xwe bixapînim, ji bo menfeateke biçûk li rastiyen esasî ez xwe badim. Min bi hemû cihan ve lîst, lê min bi rastiya esasî nelîst. Hinek tişt hene, pir pê dileyizin, le hinek tişt hene ev sîh-çel salin ez wekê delemeyê li dore çerx dibim. Ne wihabe nabe. Ji bo ku em rastiya Kurd heşkere bikin em çêdikin. Min got ku ji vê şûnde jî bi ser de herim, bêhtir bi şer, bêhtir bi siyaseti emê bimeşênin. Li gorî vêjî bila herkes hesabe xwe bike. Niha ez hîn nêzîkî we nebûme, nêzîkî welêt nebûme. Ku ez nêzîkê bibim wê çawa bibe? Heta niha karê min jî hazirîne. Ku rojeke firsend bi destê min keve, rojekê ez xwe wiha bi nava sahaya gelxim, tabîî wê pir xwîn bê rijandin. Ne xwîn tenê were rijandin, teqandin, wekê hevîrî eme hevdû bistirên, wekê kêra emê hevdû bibirin. Ê min ez însanê wiha ketî qabûl nakim. Însanê xerab, însanê çîrkîn, însanê bêçare qebûl nakim; an wê rabe, yan wê bimre. Niha quweta min nagihae her derae, lê ku bigihe ez dizanim bê biçi awahî dikim. Ê min qiymeta min ji însênre heye. Ku yek li ser te her tiştî bike, tu her tiştî tenezul bike, ezê bi çi awahî qebûl bikim. ji bo vê şaş dibim, yanî pir nêzîkî we bibim, ezê dêhn bibim, lê ji bo xatirê serxebûnê ez xwe dihelim. Vana berde, şaşitiyên ku heval dikin pê mîrov dixin. Tabîî ez nikarim qebûl bikim. Hurmeta min ji jiyana însênre heye, ji şerefa însênre heye.
Mesele ne dîktatorî û nedîktaroiye. Mesele çêbûna însanê Kurde. Hûn textorekin, hûn nexweşiyekê dinasin, lê nexweşiya milletekîye, di qomayêdene, jêre operasyoneke îneain tê xwestin. Heta niha ez ji bo ameliyatê haziriye dikim. Hinek tiştan temîn dikim. Hûn dizanin ji bo ameliyatekê pir tişt lazimin, min hîn hûn nedanîne ser maseyê. Hûn pir nexweşin.
Îsal emê tiştin meşin bikin, ez tim dibêjim ku me ji tînebûnê pir tişt çêkirin, belkî pir ne mezinin, lê tiştek dimede nemabû. A xerab, tu xwe ji bîr bike, ya xerab tu xwe mirî bihesibîne, ya xerab dijmin her roj her tiştî li ser te bike, tun hay ji xwe tunebe. Halê millet eve. Tu her xerabiye li yaqî xwe bibine, xerabe. Min ji bo vê xwe ji jiyana di nava milletde dûr xist, min xwe ji jiyanê dur xist, ne ji jiyana nava millet. Min sekinand, min got jiyana wiha nabe. Tabîî jiyana Serokiyê wihaye. Medê min jê li hev diket. Min xwe jê dûr xist, li serê çiyakî çarde salan min xwe tenê hişt. Ne fesa min ranake vî tiştî qebûl nake, bi wî awahî nikare bikişîne. Ez nikarim her tiştî bixwim, tiştên ku dijmin bi milletre bi xwarin dida ez nikarim bixwun. Ew jiyana bi xwarin dide, bi rastî ne jiyaneke mîrov bixwe. Ji bo vê min jiyan bi sekinandin da, di demeke dirêjde. Belê niha ez nan, şîvê dixwum lê nizanim bê min biçi awahî xwariye, bi çi awahî ne xwariye. Yanî îmkan hebe, tew min hay jê tunebe çiye, ne çiye.
Ev ji bo vê tên xwestin, min got ku mîrov li ser meseleyên xwe kûr bifikire, ku nefs bi tere hebe, tê hebekî xwe biparêze. Mesele ne ewe, ji bo zarokekî, ji bo pîrekekê, ji bo buhustek erd mîrov li hevxe. Welat tev çûye, em tev bûne pîrek, ji zarokan xerabtir kirine û her roj jî me dikujin, li me dixin, mesele eve. Tê li hember vê çi bikê? Kes fêhm nake, kes bi rastî li ser xwe nasekine, tim xwe badidin, tim dibêjin şeklekî dine.
Ew siyasetin îslahî çine? Em dibêjin, dijmin wiha lime dixe, wiha em rakirine, ew dibêjin na, ne wihaye. Em dibêjin vaye li ser tanq û topan bi dijmin re bûne yek, ew dibêjin “Na welatparêzin PKK ne başe!” Vaye dijminê te bênamûs. Kirasek li xwe kirine, dibêjin kirasê Kurdayetiyê ye. Bi çavên mîrov dinêrin, vî tiştî dibêjin. Hûn tehamul dikin, ez tehamul nakim. Ku ez di nava wanade bim, di deqeyêde yan ezê wana bifetisînim, an wê ewê min bifetisînin. Tabîî ez acele na-kim, ez bi siyasî kar dikim. A muhîm, hûn nikarin vê bi siyasetkin. Em nabejin di deqeyêde bukujin, lê mîrov bi meseleke û bi sîyasetke bi serde here. Divê nuqteyêde mîrov xwe bi çareke. Ne ku mîrov amelê întixarî bike, mîrov bi çare be. Kurd mezin dibin, yanî sal diherin, salên nuh jî ten. Mirov hebekî serê xwe rake,ruyê xwe sipî bike, dengê xwe xurt bike, quweta xwe mezin bike, ne ku mîrov bi pey salan keve, salan bi ya xweke. Ew tiştên din tev fasafîsone. Salekê ez mezin bûme, ixtîyar bûme, zarok mezin bûne ez ixtiyar bûme… Ew ne tiştek in, tew nayê bîra min, me serê salê çi xwar, çi nexwar, zengin bun, feqîr bûn… Ev ne tiştekin. Zenginbûniya mezin ev tiştên ez dibêjimin. Ez ji bo vê dibêjim ku heta niha ev tiştên me kirine haziriyek bû, ji bo vê sala li pêşya me jî, mehên li pêşiya me jî emê bi çi awahî li berxwe bidin, bi çi awahî cihna din bigrin, bi çi awahî mezin lêxin, bi çi hawî kêm lêdixin? Tiştên din dawiyê tên.
Jiyana nuh qiymetê bidinê û xwe li serê dijmin bi belekin. Ez vê îmkanê ez di hemû însanan de dibinim û ez ewqas rexneyên mezin dikim, lê di însênde jî îmkanên pir mezin dibînim. Ku baweriya min li ser însên tunebaya, min xwe wiha nedikir. Di Kurdistanê’de însanê tewra zeyif ez bûm, ê bê çere ez bûm, lê min imkan di însênde dît, min bawerî li ser însên çêkir û li ser vê min xwe xûrtkir. Wexta ez rexneyan li ser we dikim, ne ku ez bê bawerîme û ji we tiştek çênabe, na. Limin binêrin û xwe çêbikin. Îspata mezine, bê min ji tunebûnê çi çêkiriye. Ez texmîn nakim di tarîxêde kesî wekê min ji tunebûnê wiha çêkiribe, û ji bo milletekî, ne ji bo sexsê xwe. Ecêbe, bi çi awahî çêbûye, li ser bisekinin. Li gorî vê jî baweriyê li ser xwe çêbikin. Yekî di reşahiyêde, di bin kêrêde, di bin her roj mirinêde bi çi hawi xwe wiha kir? Li ser bisekinin hûnê hezar carî xwe xûrt bikin. Hûnê durust li ser bisekinin. Ez heta niha wiha li ser sale sekinîme. Ê min mirin jî ne li ber çavên mine, hebejî tûnebejî, tew nafikirim jî, ez wiha li ser karê xweme. Em bi ser ketin. Sala çûyî bi rastî dunya bû yek, di hundurde jî şowenizma Tirk, -ne ê Tirk tenê- tevan xwe gihand hevdi vî şerêde bun yek, xayinen me jî bûn yek, dîsa ya bi ser ketî em bi xwe bûn. Ev biçi ew awahî çebû? Nikarîbûn em gavekê li paş xistibana, nikarîbûn em ji mevziyekê derxistibana. Yanî însanek ku xwe xweş di mevziya şerke, dünya bi yekbe, pê nikare. Vaye, me ev îspat kir. Ne meseleyeke biçûke, milletê Kurd, hemû kes li ser bisekinin ji min bêhtir dikare li ser kar be, ji min behtir dikare derbeyan li dijminxe. Tiştê meddi vê demêde kirine, herkes dikare hezar caran bêhtir bike. Li min binêrin xwe çêbikin. Ev tê xwestin, wiha çêdibe. Li Serokatiyê binêrin, li jiyana Serokatiyê binêrin, ku mumkunbe jê fêhm bikin, li gorî ve hebekî xwe tanzim bikin, xwe tertip bikin hûnê bi serkevin. Wekî din serokî ne tişteke. Ne ku pir bêjin, ‘‘bijî filankes”, “xwedê te ji mere bihele” , mesele ne eve, mesele isûla meye, mesele jiyana meye, xurtbûniya meye, di minde ji bo we çi çêdibe, ji bo we çi, bi çi awahî çêbû û hûnê bi çi awahî bi ya xwekin. Mesele eve. Ne bi ya şexsê xwekin, bi ya milletê xwekin.
Divirde pir tişt çêbûn, min got ku ji bo serê salê jî ku mîrov ji bo milletekî tiştê baş çêbike eve. Ji vê baştir û bi qiymettir ne mumkune mîrov tiştna çêbike.
Ku mîrov serê sale wiha bigre başe, me wiha girt. Pîrozbûna serê salê jî wiha çêbûye.