ŞÊLADIZÊ – Piştî ku gelê Şêladizê di sala 2018’an de li dijî hebûna baregehên dewleta Tirk a dagirker ya li Başûrê Kurdistanê derketin, gelek kes li herêmê hatin binçavkirin. Ji wê demê ve jî girtin û binçavkirinên li herêmê bi dawî ne hatiye û rojane welatî bi sedemên nayên zanîn tên binçavkirin.
Li gorî zanyariyên li berdest tenê li herêma Behdînanê û bi taybet jî navçeya Amediyê nêzî 25 kes ji mehên dawiya 2019’an ve heya niha ji aliyê asayîşa PDK’ê ya herêmê ve hatine binçavkirin. Têgotin piraniya kesên hatine binçavkirin ji ber rexneyên li desthilata herêmê û dagirkeriya Tirk hatine binçavkirin.
Li dijî zextan duh roja Înê ciwanên Şêladizê tevî hewldanên astengkirinê ya asayîşê jî wêneyên kesên hatine binçavkirin rakirin, çalakiyeke protestoyî lidarxistin. Hejmareke zêde ciwanên tevlî xwepêşandanên bûn, di nava bazar de meşiyan. Di dema meşê de timî dirûşmên, “Azadî ji bo ciwanên me” û “Azadî ji bo Şêladizê” hatin gotin.
Li parêzgeha Dihok û Hewlêrê 28 kes bêyî bên dadgehîkirin, tevî nerazîbûnên gelê herêmê jî dibinçavan de tên girtin. Têgotin, ji ber ti delîlek anjî belgeyek sûc kirinê derbarê wan de ne hatiye peydakirin, dema binçavkirinê dirêj dikin û dernaxin pêş dadgehê.