HELEB – Tevgera Ciwanên Şoreşger li Helebê pêşengeheke wêneyan vekir. Pêşangeh li hola navendê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hate vekirin. Bi dehan ciwan û zarokê berherêmên xwe di pêşangehê de pêşandan.
Wêneyên ku di pêşangehê de hatin daqliqandin girêdayî “bûyerên şer, komkujiyên li dijî gelan li herêmên dagirkirî û wêneyên şervanên YPJ`ê bûn.
Bi dehan ciwanên taxa Şêxmeqsûd û endamên saziyan tev li vekirina pêşangehê bûn.
Destpêkê sînevizyonek girêdayî gotinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate pêşandan. Piştre diyarî û bawername li zarokên ku tev li pêşangehê bûne hatin belavkirin.
Girêdayî armancên pêşangehê endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Bêrîvan Îbiş got: “Em armanc dikin moralên ciwanan bi taybet di dibistanan de bilind bikin û wan teşwîqî wênesaziyê û derbirandina rewşê bikin.”
Pêşangeh wê du rojan vekirî be.